REWŞAN DENIZ

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock îna bihurî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu re li Stenbolê rûnişt. Beriya serdana wê ji nava partiya wê gelek dengên nerazî ji xweşkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re hebûn. Nexasim jî ji ber êrişên wê yên dagirkeriyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Di rojnameya me ya şemiyê de jî jixwe me behsa helwêsta Rêxistina Ciwanan a Partiya Keskan, yanî partiya wezîrê kir. Gruene Judend (Ciwanên Keskan) zext li wezîra xwe kirin û wan got, “Rojava hêja ye mirov piştgiriya wê bike.”

Em nizanin ka encama van zextan e, ka bi rastî wezîrê çawa ku berê îdîa kiribû, siyaseta derve ya xwe disipêre “nixan” bi rê ve dibe. Hasilî, wê di axaftina xwe ya piştî civînê ya li ber çapemeniyê got, ew şerên “êrişê” yên dewleta Tirk rewa nabîne. Wê her wiha got ew ne pê re ye, ev êriş bibin. 

Wezîr Baerbock got, bi dîtina hikûmeta federal êrişeke dewleta Tirk wê bi şerekî din ê leşkerî êş û azara xelkê Sûriyê zêdetir bike û zemînekî nû ji bo DAIŞ´ê ava bibe.

Jixwe serdana wezîr Baerbock û heyeta pê re ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevdîtina bi heyeta wê re jî, peyam dida dewleta Tirk. 

Niha çav li wê yekê ne, gelo dewleta Tirk wê şantaja xwe ya li dijî Elmanyayê bi penaberan dewam bike û heger erê, ev şantaj wê çiqasî tesîrê li hikûmeta nû ya Elman bike. 

Helwêsta dawî ya hikûmeta Elman a beramberî dagirkeriyekê jî wê hingê diyar bibe.