Serokê PADÊ li ser hevdîtina bi şandeya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivî û got; “Gelek soz dan, girîng in, û em ê wan sozan bişopînin. Ger sozên xwe bicih neyînin, wê fermiyeta hikumeta Kazimî jî ji bo me nemîne. Civaka Êzidî ne wek berê ye, niha li pêşberî cîhanê hemûyî, bûye xwedî rêxistin û xwedî îrade. Ji bo wê îradeya miletê me dê bikare li hemberî rêkeftin û êrişan hemûyan bisekine.”

Şandeyeke Bexdayê ya girêdayî hikûmeta serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêr çû Şengalê, şande bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya. Li ser naveroka hevdîtinê Serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) Omer Salih got; “Demek bû em li benda vê hevdîtinê bûn, her roj digotin îro yan sibe. Balkêşe piştî êrişa balafirên Tirk şande hat û hevdîtin çêbû. Me li gel şandeya hikûmetê ev mijar jî gotûbêj kir. Lê wan ji me re got, bi tu awayî agahiya wan bi vê êrişa dewleta Tirkiyeyê nîne û wan jî nerazîbûna xwe ya hemberî êrişa balafirên dewleta Tirk anîn ser ziman. Di hevdîtinê de nûnerên YNK, Heşdî Şeebî û rûspiyên Êzîdiyan jî amadebûn. Di vê hevdîninê de me carek din daxwazên xwe pêşkêşî hikûmetê kir.”

ROJNEWS/ŞENGAL