Gel xwedî NCDK'ê derket
Duşem 28 Nîsan 2025 - 02:50
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li hemberî serdegirtina polêsên Elman a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) gel çalakiya şermezarkirinê lidar xist.
Polîsên Elman bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Bremenê (Birati e.V) girt û serdegirtinê heta nîvê şevê dewam kir. Kurdistaniyên li bajêr li ber NCDK'ê ya dorpêçkirî li hev kom bûn û çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Girseya gel dirûşmên 'Zext nikarin bi me', 'Jin, Jiyan, Azadî' qîriya û polêsên Elman şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN