Gel şer naxwaze

Duşem 30 Mijdar 2020 - 23:07

  • Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremûs, qala naveroka hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: "Xelkê başûr bi ti awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Em bi hêvî ne ku ji hevdîtinan bigihin encameke erênî." 

ZEYNEP DÛRGÛT
MA/AMED

 

Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê 9'ê Cotmehê li ser Şengalê peymanek îmze kirin. Ev peyman weke nenaskirina vîna gelê Êzîdî tê pênasekirin. Li aliyê din, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), çekdarên xwe li herêmên mîna Garê û Metîna, bi cih dike û ev hemû li herêmê dibe sedema rewşeke tengezar. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber vê rewş bi lez civiya û Maseya Krîzê ava kir. Şandeya KNK'ê ku banga diyalogê li aliyan kir, ji bo pêşî li rewşa tengezar û li ber şer e, bigire hevdîtinên girîng bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistanê re pêk tîne. 
 
Divê guh bidin Şengalê

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs ku di şandeya KNK'ê de cih digire, der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ehmed Qeremûs, diyar kir ku weke KNK helwesta wan a li dijî peymana navborî eşkere ye û anî ziman ku divê di peymanan de Êzîdî bêne guhdarîkirin û got: “Kengî guh bidin xelkê Şengalê hingê kes li ber peymanê ranabe. Lê belê rewş ne wisa ye û peymaneke beyî vîna Êzîdiyan hatiye îmzekirin. Eger peyman tenê di asta ‘ewlekariyêʼ û tasfiyekirina hêzên parastina Şengalê de be, bêgûman ew peyman wê ti çareseriyê bi xwe re neyne û dê pêşiya aloziyan veke." 
 
Divê Şengalî jî hebin

Qeremûs, xwest peyman ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin û ev pêşniyar kirin: “Em dixwazin vîn, daxwaz û pêwîstiyên xelkê Şengalê, li ber çavan bên girtin. Divê xelkê Şengalê jî di nava vê peyman û çareseriyê de cih bigire. Berevajiyê vê wê ev peyman ti çareseriyê bi xwe re neyne û bibe sedema gengeşiyên mezintirîn. Dê pirsgirêkên heyî mezintir bike. Em bi hêvî ne ku aliyên ev peyman îmze kirine dê careke din daxwaz û vîna gelê Şengalê li ber çavan bigirin û çareseriyekê biafirînin.”
 
Ne şer diyalog divê

Qeremûs anî ziman ku ew naxwazin pirsgirêk bi şer bêne çareserkirin û ew alîgirê diyalogê ne, û got; “Eger ev pêk neyê û di navbera hêzên pêşmerge û hêzên parastina Şengalê de şer biqewime wê xesareke gelekî mezin rû bide. Di şerekî welê de wê wê berjewendiyên gelê kurd tine bibin.
Qeremûs di dawiya axaftina xwe de qala hevdîtinên xwe yên bi partiyên Başûrê Kurdistanê re kir; bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr û weha hişyar kir: "Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike û statûya gelê kurd ji holê rake. Dewleta tirk ne tenê li  başûrê Kurdistanê, hewl dide li her deverê êrişî statû û berjewendiyên gelê kurd bike. Ji ber ku di kar û xebatên me de gelê başûr bi me re ye, em bi hêvî ne. Em ê bi riya muzakere û diyalogê; şewazên çareseriyê û hêzeke xurt ava bikin. Xelkê başûr bi tu awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Ji bo çareserkirina vê aloziyê, çi ji destê me bê em ê bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.