Gel dixwazin Ocalan bibînin

Sêşem 10 Hezîran 2025 - 03:40

Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) di 5’ê Hezîranê de kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de xebatên cuda tên kirin û tê armanckirin ku bi Rêber APO re rû bi rû hevdîtin bên kirin û tevahiya civakê tevlî pêvajoyê were kirin. Endamê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Ercan Jan Aktaş têkildarî armanca kampanyayê û naveroka wê axivî. Aktaş, diyar kir ku wan têkildarî pêvajoyê biryara gelek xebatan dane û got:’’Kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ jî yek ji wan xebatan e. Ji Partiya Çep a Ewropayê, Bloka Çep a Parlamentoya Ewropayê, ji Ingilistan, Efrîqaya Başûr û Ewropayê gelek nûnerên partiyên çep û sosyalîst, kesên serbixwe, nivîskar û rewşenbîr dê di xebatê de cih bigirin.” 

Aktaş, bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û got:“Ev bang, ji gavên ewil ên guherandina paradîgmayê bû. Daxuyaniyên birêz Ocalan mîna li Kurdistanê, li Ewropayê jî deng veda. Di vê çarçoveyê de me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan kampanya da destpêkirin. Sê lingên kampanyayê hene. Ya yekemîn; em ê vîdeoyên kesan kişandin li ser malpera Foruma Azadiyê ya Ewropayê parve bikin. Piştre em ê li ser hesabên medyaya civakî parve bikin. Ya duyemîn; ji bo sererastkirina mercên fîzîkî yên birêz Ocalan û rakirina tecrîdê wê ji Girtîgeha Îmraliyê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re daxwazname bên şandin. Ya sêyemîn jî wê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re daxwazname bên şandin.” 

Armanca kampanyayê azadî ye! 

Aktaş, da zanîn ku armanca wan a ji kampanyayê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e, li Ewropayê çalakî û kampanyayên cidî tên kirin û gelek deverên cîhanê jî piştgirî didin. Aktaş, destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber APO li Ewropayê rastî eleqeyeke mezin tê û anî ziman ku ew bi xwe jî di xebatên xwe de axaftinên Rêber APO weke referans nîşan dide û got:“Weke akademîsyenekî dixwazim birêz Ocalan bêhtir nas bikim û pê re rû bi rû nîqaşan bikim. Ev daxwaz, mafê herî xwezayî yê her kesên fikrên birêz Ocalan mereq dikin, nîqaş dikin û di dersên xwe de mînakan li ser didin e. Birêz Ocalan bi fikr û felsefeya xwe bandorê li me dike û dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Divê kesekî wiha di tecrîdê de nebe. Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê dixwaze pergalekê ava bike. Kesayetekî wiha divê bikare xwe bigihîne dinyayê. Eleqeyeke cidî ya raya giştî ya navneteweyî bo paradîgmaya birêz Ocalan heye. Bi taybet jî li Ewropayê eleqeyeke zêde heye. Li ser dîwarên zanîngehên Ewropayê ev eleqe baş xwe dide der. Kom û kesayetên çepgir, sosyalîst, ekolojîst û hwd. ên li Ewropayê bi kelecaneke mezin xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derdikevin û hewl didin ji xwe re bikin mînak. Weke mînak, şaredarê herêma Baskê ya Fransayê piştî ji me guhdarî kirî, gotibû ‘divê em jî ji bo herêmên xwe bixin meriyetê.’” 

Divê herkes tevlî bibe 

Aktaş, da zanîn ku eleqeyeke mezin bo kampanyaya wan heye û xwest hemû kes tev li bibe û got:“Tişta birêz Ocalan dixwaze bike yekser bandorê li jiyana me dike. Heke em bixebitin wê aştî çêbibe. Her yek ji me divê xwedî li jiyana xwe derkeve. Aktorê aştiyê jî birêz Ocalan e.” 

MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.