• Komîteya Ji Ocalan re Azadî, li Swîsreyê roja Newrozê damezirandina xwe ragihandibû.

ALÎ ONGAN / BERN

Komîteya Ji Ocalan re Azadî, li Swîsreyê roja Newrozê damezirandina xwe ragihandibû. Ji endamên wê Dr. Beppe Savary got, “Em weke gel, lazim e Ocalan ji vê dîlbûnê rizgar bikin”. 

Komîteya ku bi beşdariya gelek kesan hatibû avakirin, van rojên li pêşiya me wê hevserokên xwe hilbijêre û stratejiya xwe ya xebatê diyar bike. 

Di danezana damezrandinê de dîlbûn û tecrîdbûna Ocalan a 23 salan hatibû bibîrxistin û hatibû gotin, “Serbestkirina Ocalan teqez yekane şertê pêş ê çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber wê, girîngiya vê têkoşînê gelek e. Weke komîteya Swîsreyê em dixwazin para me di vê têkoşînê de hebe.”  

Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Swîsreyê, Dr. Beppe Savary ji me re peyivî û got, "Ji bo Kurdan û ji bo wan kesên bindest, mêhtingeh û xasma jî ew ên ji bo wekheviya cinsan têdikoşin, Ocalan kevirekî qorziyê, stûnek e. Bêyî Ocalan, bêyî ku fikrên wî bi rêxistin bikin, zehmet e ku dîwarê xwe lê bikin. Rejîmên zalim, pêşiyê lê digirin ku Ocalan û civak bên cem hev. Jixwe, ew bi komployeke nedîtî revandin û dîl girtin. Lazim e em weke gelan, wî ji vê dîlbûnê rizgar bikin. Ev ji bo me Ewrûpiyan jî girîng û heyatî ye." 

Berdevkê Civaka Kurd a Swîsreyê, Ahmet Yaman jî li ser damezrandina komîteyê agahî dan: "Kesayetên girîng tê de cih girtin. Gelek kesayet jî wê ji derve destekê bidin xebatên me. Halê hazir em plansaziyeke berfereh dikin da ku em balê bibin ser azadiya Ocalan û şert û mercên tecrîdê yên ku ew tê de dîl e. Plansaziya me wê di civîna me ya van rojên li pêşiya me de darîçavtir bibe."

Di nava kesên di nava komîteyê de cih digirin, ev kes jî hene: Hevseroka Partiya BastA a Baselê Sina Deiss, şanoger û aktîvîst Anina Jendreyko, parêzer, parlamentera federal a berê, seroka Komîsyona Teşkîlata Ewlewî û Hevkariyê ya Ewrûpayê Margret Kiener Nellen, dîrokzan û parlamentera federal  Stefanie Prezioso Batou, dîrokzan û parlamenterê federal Jean Batou, onkolog û şêwirmendê parlamene federal Franco Cavalli, şêwirmendê siyaseta neteweyî û nûnerê li Konseya Ewrûpayê Dick Marty, sendîkavan û endamê Parlamena Kantona Cenevreyê Rémy Pagani û Berdevkê Civaka Kurd li Swîsreyê Ahmet Yaman.