Gefê li cerdevanan dixwin
Şemî 24 Sibat 2024 - 00:36
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin; Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê ferman da cerdevanên gundên Herdîş, Mergeh, Elemûn, Bêjûh û Kirorê yên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku tevlî êrişên li dijî herêma Zapê bibin. Çavkaniyan da zanîn ku gef li cerdevanên li dijî vê derketin hatiye xwarin û ji wan re gotine; “Çekên xwe bînin û teslîm bikin.” Çavkaniyan got ku cerdevanên li dijî vê gotinê derketin ji fermandariyê re gotine: “Werin hûn bi xwe çekên xwe bistînin.”
MA/ŞIRNEX