Gefan li rojnamevanan dixwin

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 00:15

Herî dawî dewleta tirk di 8’ê tîrmehê de bi Balafira Biçek a Bêmirov li Şengalê wesayîteke ku xebatkarên Çira TV û Çira FM’ê tê de bûn hedef girt û di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn. Yek ji rojnamevanan Mûrat Mîrza Îbrahîm ku di êrişê de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Heta niha li Şengalê di encama bombardimanan de gelek rojnameger birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Rojnameger Îbrahîm Êzidî der barê êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran pêk hatî de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.  Rojnameger Êzidî anî ziman ku kî li ku derê ji bo azadiya gelên bindest têbikoşe di hedefa serdestan de ye û got:“Di serîde di şexsê Hevalê Mirad de em tevahiya şehîdên çapemeniya azad ku canê xwe ji bo heqîqetê fedakirine bi bîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan dubare dikin. Dema ku her kesek ji Şengalê direviya wê demê ciwanên Êzidî xwe di bin banê ragihandina azad de rêxistinkirin û di serî de rastiya fermanê, civaka êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê dan xuyakirin û Çapemeniya Azad hêza civaka êzidî nişan da. Lewma gelek caran bi rêbazên cuda li ser hevalên me êriş pêk hatine.” 

Gefa kuştin û sîxuriyê

Rojnameger Êzidî da zanîn ku heta niha 20 caran êriş li xebatkarên çapemeniyê hatine kirin û got:“Ev êriş carna bi balafirên şer, SÎHA û bi guleyan rast e rast pêk hatine. Di encamê de bi dehan hevalên me şehîd û birîndar bûne. Lê me her tim  bi exlaqê ragihandinê, qanûnên rojanmegertiyê karê xwe daye meşandin. Yek ji  xalên din ku em balê bikşînin ser ew e ku di van salên dawî de ji bo ku hevalên me dest ji kar berdin gelek gef li wan hatine kirin. Şerek taybet li ser hevalên me tê meşandin. Bi taybetî jî ji aliyê dezgehên Parastinê ya PDK’ê û MÎT’a dewleta tirk ve gelek caran bi rêya telefona gef li hevalên me hatiya xwarin û teklîfa sîxurtiyê li hevalên me hatiye kirin. Piştî ku hevalên me ev teklîf qebûl nekirine ji aliyê MÎT'ê ve gefa kuştinê li hevalên me hatiye xwarin. Lê jiber ku em lîstikên dewleta tirk û PDK’ê baş dizanin û em wan ne ji niha ve ji dîrokê nas dikin me ew cidî negirtine û em nagirin jî. Em dizanin ev êrîş ne ji hêza wan ji qelsbûna wan tê. Em dibêjin em ê  li hemberî her planeke ku berjewendiyên civaka me têxe metirsiyê de em ê bêdeng nemînin û hemû planên piştperdeyê bidin xuyakirin. Hemû êrîşên li ser me pêk hatine bi belgekirîne û bi raya giştî re hatine parvekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.