Bi taybetî piştî sala 2016'an li Geverê gelek gund û deştên bilind ji ber qaşo ‘ewlehiyê' qedexe ne, di mehên havînê de şivan û gundî para xwe ji binpêkirina mafan digirin. Hat îdiakirin li herêmên ku sivîl jî diçin, bi taybetî li aliyê Çiyayê Cîlo mayin hatine danîn, li herêmê 2 şivan ji aliyê polêsên tîmên taybet ve hatin derbkirin û gefa kuştinê li wan hat xwarin.

Polîsan li herêma Jorîn a Wargevîk bang li şivanên ku dewar diçêrînin kirin, bi gotina "Hûn çima li qadên nêzî baregehê heywanên xwe diçêrînin" li şivanên bi nav S.C û C.S xistin. Hat hînbûn ku di vê heyamê de hêzên tevgera taybet gelek caran gefa kuştinê li şivanan xwarine û gotine, "Eger hûn careke din nêzî vê derê bibin, em ê we bikujin."

Bi saetan li wan xistin

Şivanan mijara êşkenceyê piştrast kirin û gotin:“Me wê rojê sewalên xwe diçêrand.  Ajal nêzî baregehê nebûn. Paşê gazî me kirin, em sê kes bûn, du kes çûn. Heger me nikarîba xwe îfade bikira, dê xerabtir li me bixistana. Di navbera saet 5 û 9’ê sibehê de em li baregehê bûn. Li wir gelek caran gef li me xwarin. Li gund jî telefonî hevalê me kirin û bi kuştinê gef li wan xwarin û heqaret li wan kirin. Em ê biçin dozgeriyê û serlêdana sûc bikin. Her çiqas me tiştek nekiribe jî bi saetan li me xistin.”

Leşker mayînan datînin

Xelkê herêmê herwiha îdîa kirin ku li Cîlo li hin cihên ku sivîl jî diçinê mayin hatine danîn. Xelkê diyar ku mayîn, li qadên ku hem şivan û hem jî sivîl diçinê hatine danîn û li ser mayinan jî weke kamuflaj şopa lingan hatiye danîn. Hin şivanên ku li herêmê dixebitin anîn ziman ku dema pezê xwe diçêrînin gelek caran ji aliyê qereqolê ve tên tacîz kirin. Şivanan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û gotin, "Em ê giliyê kê bikin" û bal birin ser wê yekê ku di salên borî de ji ber mayînan an jî tiştên biyanî gelek teqîn çêbûn.

NÛJINHA/COLEMÊRG