Gef li Kurdî xwarin

Duşem 23 Gulan 2022 - 22:24

  • Li Entabê, dikandarekî nijadperest bi ser stranbêjên Kurd ve çû. Polêsên dewleta Tirk jî ji stranbêjan re got, “Hûn stranên bi Kurdî bibêjin, wê êrişê we bikin.” 

Li Entabê, dikandarekî nijadperest bi ser stranbêjên Kurd ve çû. Polêsên dewleta Tirk jî ji stranbêjan re got, “Hûn stranên bi Kurdî bibêjin, wê êrişê we bikin.” 

Li gorî nûçeya Ceylan Şahînlî ya ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA), li navçeya navendî ya Entabê, Şahînbeyê, 20’ê Gulanê 4 muzîkjenên li kolanê stranên Kurdî digotin, bi êrişek nijadperest re rûbirû man. Dikander Mustafa yê cîgerfiroş, ji ber stranên Kurdî êrişî muzîkjenan kir. Li ser rageşiyê, polêsê dagirkeriya Tirk çû cihê bûyerê û ciwanên stranên bi Kurdî digotin ji wir dûr kirin. Stranbêj Ahmet Yildiz û Zîlan Erkan qala tiştên hatine serê wan kirin. 

Ahmet Yildiz got, “Ew dikandarê nijadperest hat ba me û stranên ku kîn û nefret di naveroka wan de heye, di hoparlorê de vekir. Polêsan qaşo ji bo lêpirsîna nasnameyê du saetan em sekinandin. Piştre ji me re gotin, ‘heke hûn stranên Kurdî bibêjin, milet fêm nake. Hûn van stranan bibêjin, wê wiha êrişî we bikin’. Ev gotin êrişan zêdetir dikin.” 

Zîlan Erkan jî got, “Armanca me ew bû ku em stranên Kurdî bibêjin. Ji me re gotin, ‘hûn bi Kurdî nebêjin, baştir e, ev der Tirkiye ye, kes ji zimanê we hez nake’. Em jî dibêjin, em ê dest ji ziman û stranên xwe bernedin. ”

ENTAB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.