Gaziya şer xwe kiriye mertal

În 31 Çile 2025 - 03:30

Ronahî Dêrik li hember DAIŞ'ê parçeyek da û niha li Bendava Tişrînê ye. Ronahî Dêrik da zanîn ku çawa wan li hember DAIŞ'ê şer kir û Şoreşa Jinan pêk anîn, tevî wê gazîbûna xwe jî hatine Bendava Tişrînê û got:"Me li hember DAIŞ'ê berxweda û parçeyek ji bedena xwe da. Em niha jî li hember hêzên ku bi hovîtî jinan, zarok û dayikan qetil dikin û mirovatiyê nas nakin, tevî vê birîndariya xwe jî em hatine bendavê û piştgiriyê didin. Me parçeyek ji bedena xwe da ye, em amade ne ku jiyana xwe tev diyarî vê şoreşê bikin. Ji ber ku pêşengtî bi jinan dibe."

Ronahî Dêrik da zanîn ku divê hêzên navnetewî van komkujiyan rawestînin û got:"Îro gel bi pêşengtiya jinan rola ku divê hêz û rêxistinên navdewletî di parastina Bendava Tişrînê de bilîzin, ew pê radibin û wiha rol bi hev tên guhertin. Roleke ku divê hêzên navdewletî pê rabin û komkujiyan rawestînin, lê li dijî wê derdikeve. Îro gelê me yê welatparêz, dayikên me yê temen mezin, ji ciwanan heta kal û pîran û zarokan îro li vir in bendava xwe diparêzin."

Ronahî Dêrik bi vê bangawaziyê dawî li axaftina xwe anî:"Ez ji ciwanan re dibêjim ku werin tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bibin. Bila Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr her kesek wîjdanê wan diheje werin û şoreşa xwe biparêzin. Ewqas otomobîl li ber çavan in ku li vir komkujî çêbûne û gel hatiye qetilkirin û birîndar çêbûne. Lê berxwedan didome. Ji lewra serkeftin wê her para me be, ji bo wê em li vir careke din dibêjin Jin Jiyan Azadî."

NÛJINHA/SORGUL ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.