Gaveke girîng e ji bo sînemaya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Nîsan 2022 - 22:00

  • Evîn Berazî: Bi xeleka 3’yan em bi hêvî ne ku gaveke baştir biavêjin ji bo sînemaya Kurdî. Di festîvalên pêşî de me kêmasiyên xwe jî dîtin, em ê bi qasî dikarin van kêmasiyên xwe jî ji holê rakin û bi rengekî çêtir festîvalê bidin xuyakirin.

ARDÎN DÎREN

Festîvala Filmên Kobanî ya Navneteweyî ku berê jî 2 car hatibû lidarxistin niha haziriyê dike ku cara 3’an were lidarxistin. Festîval her çiqas giranî bide filmên Kurdî jî ji dinyayê jî gelek filman qebûl dike û nîşan dide. Şertê festîvalê yê sereke ewe ku filmên fiction, belgeyî û anîmasyonî yên ku ji 30 deqeyî derbas nabin nîşan bide. 

Festîvalê îsal di roja rojbûna sînemagerê Kurd Yilmaz Guney de derî ji bo miracaetên filman vekir û her wiha dê di salvegera mirina Yilmaz Guney de jî dest pê bike. Yanî kesên ji festîvalê re filman bişînin dikarin ji 1’ê Nîsana 2022’an heta 1’ê Tîrmeha 2022’yan filmên xwe bişînin. 

Piştî miracatên filman bi dawî bûn, filmên ji bo festîvalê hatine neqandin, dê di festîvala îsal de werin nîşandan. Festîval dê di 9’ê Îlona 2022’yan de di salvegera mirina Yilmaz Guney de dest pê bike û dê 3 rojan bidome. Navenda festîvalê, bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ye. 

Evîn Berazî ku yek ji sînemavanên jin ên Kurd e û rêveberiya festîvalê dike, derbarê Festîvala Filmên Kobanî ya Navneteweyî ya 3’an de got, em dixwazin dewama festîvalê hebe ji lewma jî em her sal hewl didin ku bi rêk û pêk li dar bixin.

‘Bipêşketineke baş heye’

Evîn Berazî got, di van salên dawî de bipêşketineke berbiçav ji bo sînemaya Kurdî heye û wiha pê de çû, “Koma festîvalê ji keç û xortên Kurd ên Rojava pêk tê. Her wiha kesên rewşenbîr, nivîskar û derhêner jî hene ku piştgiriya festîvalê dikin. Li dinyayê rol û mîsyoneke taybet a sînemayê heye lê li cem me Kurdan hinek qels bû. Van çend salên dawî bipêşketineke baş heye ji bo sînemayê û xelk xwe lê dikişînin. Festîvalên filmên Kurdî jî çêdibin li gelek aliyên cîhanê û Kurdistanê. Festîvala Filmên Navneteweyî ya Kobanî jî gaveke girînge ji bo xizmeta sînemaya Kurdî.”

‘Gelek film hatine’

Evîn Berazî li ser miaracaetên ji niha ve yên ji bo festîvalê got, “Em bi hêvî ne gaveke baştir biavêjin bi vê xeleka nû ya festîvalê. Me berê jî festîvala filmên Kobanî li dar xistibû. Xeleka 1 û ya 2´yê pirr serketî bûn. Gelek kurtefilmên baş ji me re hatibûn. Me bi rengekî profesyonel karê xwe bi rê ve bir û me hewl da em gelek kurtefilman nîşan bidin. Di dawiya festîvalê de jî me xelat da gelek filman. Bi vê xelekê ango xeleka 3’yan em bi hêvî ne gaveke baştir biavêjin ji bo sînemaya Kudî. Di festîvalên pêşî de me kêmasiyên xwe jî dîtin, em bi qasî dikarin van kêmasiyên xwe jî ji holê rakin û bi rengekî çêtir festîvalê bidin xuyakirin. Ji niha ve jî gelek film ji me re hatine. Ji Rojhilata Navîn, ji Kudistan û Ewrûpayê gelek film hatine.”

‘Roj bi roj mezintir dibe’

Evîn Berazî got, armanca festîvalê ew e ku filmên Kurdî baştir bide xuyakirin û bike ku li filman were temaşekirin û film bên belavkirin. Evîn Berazî wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em dixwazin bi vê festîvalê, wan mirovên ku di riya sînemayê de kar dikin û xemxur in, vexwînin û ji wan re bibin alîkar. Armanca me ya sereke ev e. Ji lewma jî em bi çavekî pîroz li vê festîvalê dinihêrin û roj bi roj mezintir dikin. Em ê vê festîvalê bidomînin û di siberojê de bikin ku dawama wê hebe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.