Gava Şitil Mezin Dibin li Kobanê bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Tebax 2022 - 22:06

  • Bi sedan kesî li Kobanê li filma Gava Şitil Mezin Dibin a Komîna Film a Rojava, temaşe kir ku li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê hate nîşandan. 

Bi sedan kesî li Kobanê li filma Gava Şitil Mezin Dibin a Komîna Film a Rojava, temaşe kir ku li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê hate nîşandan. 

Komîna Film a Rojava bi hevkariya Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê gelek film li kolanên Kobanê girtin.

Beriya nîşandana filma Gava Şitil Mezin Dibin, derhênerê filmê Rêger Azad Kaya got, ev film bi keda xelkê bajêr hatiye çêkirin.

Rêger Azad Kaya wekî din got: “Ez filmê diyarî 4 şehîdên gundê Şemokê yê kantona Hesekê dikim ên ku di 18`ê Tebaxê de di encama êrişa balafirkeke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.”

Kaya wiha dewam kir: “Me xwest, balê bibin ser rewşa zarokan ên ku ji ber şer di şert û mercên herî dijwar de dijîn. Ji ber wê, hîna gelek zehmetiyan dikişînin. Herî dawî jî dewleta Tirk zarok şehîd kirin nêzî Hesekê.”

Çîroka filmê li ser Rêveberiya Xweser a Kobanê ye, ew behsa piştî rizgarkirina bajêr, amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî li dijî hêzên dagirker dike. 

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.