Gava pêşî şikandina faşîzmê ye

Şemî 27 Gulan 2023 - 00:32

  • Rayedarên Partiya Çep a Kesk bang li xelkê dikin da ku sibe biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo şikandina rejîma faşîst bi kar bînin da ku ew karibin têkoşîneke xurttir ji bo azadî û demokrasiyê bikin. 

Sibe dewra diduyê ya hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê ye. Aliyên tevgera Kurd, ev hilbijartin weke referandûmeke li ser rejîma AKP-MHP´ê bi nav kiribûn û niha bang li gel dikin da ku biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin got, “Em ê nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve.” Berdevka Meclisa Jinan a partiyê Canan Çalagan jî got, “Ji bo em faşîzmê, polîtîkayên ewlehiyê, zimanê nefrete bisekinînin, 28’ê Gulanê em diçin ser sindoqan.”

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) û Parlamenterê Izmîrê Îbrahîm Akin ji bo dewra duyem a hilbijartina serokkomariyê ji ANF’ê re axivî û got, “Weke Tifaqa Ked û Azadiyê me têkildarî hilbijartina Serokkomariyê ji bo dawîanîna li rejîma Erdogan biryareke stratejîk da. Hilbijêrên Partiya Çep a Kesk jî ev biryara stratejîk ecibandin û xwedî lê derketin. Îradeya hilbijêrên Partiya Çepên Kesk nehişt ku Erdogan di tûra yekem de were hilbijartin.”

Akin got, hilbijartina dewra 2’emîn a serokkomariya Tirkiyeyê veguheriye referandûmê û wiha pê de çû: “Yan em ê li gel demokrasî, aştî, xwişk û biratî, wekhevî û edaletê cihê xwe bigirin, yan jî em ê li dijberî van rawestin. Hilbijartina 28’ê Gulanê (sibe) ji bo hiqûq û edaletê girîng e. Di 28’ê Gulanê de em biçin ser sindoqan û ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst û dîktator, em nehêlin ku faşîzm bi ser bikeve.”

 

Emanet biçin ser sindoqan

Akin bang li hilbijêran kir da ku biçin ser sindoqan: “Em ê encamê diyar bikin. Em di dewra yekem de li pêşiya Erdogan bûn asteng û di 14’ê Gulanê de me faşîzm sekinand. Em di 28’ê Gulanê de ji bo têkçûna faşîzmê, dengê xwe bidin. Ji bo guhertina gelek tiştan, divê destpêkê hin tişt bên guhertin. Di 28’ê Gulanê de weke pêngava guhertina gelek tiştan, em ê ji bo hilweşandina rejîma yekzilamî dengê xwe bidin. Em dixwazin gelê me biçe ser sindoqan û ji bo hilweşandina rejîma yekzilamî dengê xwe bide. Em ê destpêkê faşîzma desthilatdariyê rawestînin û piştre bi rengekî xurttir têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin.”

Xirabiya vê desthilatê ji bîr nakin 

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî Enes Beyaz li Enqerê bi Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan re peyivî. Canan Çalagan desthilata heyî ya rejîma AKP-MHP´ê û tifaqa wê wiha nirxand: “Li vî welatî, ev 21 sal in ku AKP polîtîkayên dijminatiya her beşa civakê xistiye dewrê. Di serî de jî dijminatiya gelê Kurd dike. Desthilat dijminane tevdigere, niha jî tifaqeke mîna xwe dijminane ava kir. Ev tifaq dijminatiya jinan dike. Vê tifaqê çav berdaye hemû maf û destkeftiyên jinan. Dixwazin her destkeftiyên jinan ji holê rakin. Lê em ê vê tifaqê û xerabiyê ku bi serê jinan ve aniye ji bîr nekin.” 

Canan Çalagan bang li xelkê kir da ku di dewra duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de sibe biçin ser sindoqan: “Rojekê piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê xwendekara lîseyê Kubra Ergîn xwe kuşt. Çimkî ev bloka desthilatê berê ciwanan dide xwekuştin, întîhar û sirgûnê. Werin em di 28’ê Gulanê de dawiyê li talan û zextên desthilata AKP-MHP´ê bînin. Ji bo em faşîzmê, polîtîkayên ewlehiyê, zimanê nefrete bisekinin, di 28’ê Gulanê de em diçin ser sindoqan.” 

AMED/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.