- Hunermenda Japonî Keiko Masumoto seramîkên welê çêdike ku pê fonksiyon û formê li nav hev dixe.
Hunermenda Japonî Keiko Masumoto seramîkên welê çêdike ku pê fonksiyon û formê li nav hev dixe. Pê re jî wê xeta di navbera herduyan de zelûl dike. Di vê mînakê de jî wê çaydanekî ji seramîkê çêkiriye, û di heman demê de estetîka berhemeke hunerî jê kêm nekiriye. Yanî hem wezîfeya xwe pêk tîne û hem jî weke berhemeke hunerî ya estetîk jî ye.
Ew ji bo vî çaydanî dibêje, “Ez ji zarokatiya xwe ve beşdarî dersên merasîmên çayê dibim û ji ber wê jî tesîra seramîkên Japonî geleke li ser min. Mamosteyê min bi fincan û qedehên xwe yên ku wê çêkirine, îlham da min. Gava min ev dît, elaqeya min ji wê fikrê re çêbû ku ez teşe bidim tiştekî û di heman demê de karibim wî tiştî weke tiştekî fonksiyonel jî bi kar bînim."
Keiko Masumota di seramîka xwe de rengên spî û şîn bi kar aniye, eynî weke hunerê sedsala 14´an a seramîka Çînê, lê wê bi teşedaneke estetîk, ji wî hunerê kevin tiştekî nû çêkiriye. Keiko Masumoto wekî din vazo, cêran jî çê dike ku ji mirov we ye, extepot bin, eynî weke vî çaydanî. Ew dibêje, "Gava ku hûn tişta xuya dike ya dîzikekê harîqulade dikin, hûn dikarin objeyeke pirr balkêş çêkin ku êdî hebûna wê dîzikê bi xwe jî bixe ber lêpirsînê".
FRANKFURT