Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zêbarî nerazîbûn nîşanî ezimandina Nasir El Harîrî û heyeta pê re da. Harîrî qaşo Serokê Eniya Mûxalefetê ya Sûriyeyê ye û hefteya borî li Başûrê Kurdistanê hatibû ezimandin.
Zêbarî diyar kir ku PDK’ê ev heyet ezimand û di kuştina bi sedan Kurdan de para kesên di vê heyetê de heye. Zêbarî got, “Vê heyeta li ser navê muxalefetê hatiye, dixwazin planê xwe li herêmê pêk bînin. Jixwe ev muxalefet û komên çeteyan ên ku DAÎŞ jî di nav wan de ne, çeteyên Erdogan in. Li Efrîn, Îdlîb, Girê Spî û Serêkaniyê siyaseteke qirêj dimeşînin. PDK a ku dibêje em ‘Nijadperestên Kurd in’ bi vê ezimandinê re li dijî fikra xwe tevdigere.
Her kes dizane ku kesên di wê heyetê de Kurd kuştine. Heyet li Hewlêrê bi PDK’ê re civiya, ev jî di nav Kurdan de dibe sedema gumanê. Di vê pêvajoyê de di nav Kurdan de yekîtî piçekî bi pêş dikeve, hevdîtina bi heyeteke wisa, dibe sedema gumanan.
Haya PDKʼê jê heye
Hîşam Zêbarî qala hevkariya heyetê ya bi Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re kir û got, “Jixwe êdî plana xwe ya li herêmê venaşêrin. Plana wan ev e ku Şengalê dagir bike, ji Şengalê heta Mûsûl û Kerkûkê li ser navê ‘Ewlehiyê’ bikin herêmek. Nabe ku PDK bi vê planê nizanibe, ji ber ku tê zanîn gelek caran li hev rûniştine, li gorî min beşa di nav PDK’ê de desthilatdar bi xwe di nav vî karî de ye.
Divê ez vî tiştî bibêjim, dewleta Tirk a dagirker a niha li Zaxo, Duhok, Hewlêrê ango qadên PDK’ê di warê leşkerî, siyasî û ekonomîk de xistiye bin kontrola xwe. Mixabin rastî ev e. Lê bi têkçûna operasyona li Garê re, neçar man ku dagirkeriya li ser Şengalê û plana xwe ya li herêmê taloq bikin. Heke li Heftanîn û Garê karibûna encameke baş bistendina wê ji Şengalê heta Kerkûkê biçûna.”
NAVENDA NÛÇEYAN