Gardiyanekî Naziyan dan Elmanyayê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 22 Sibat 2021 - 01:02

  • Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Naziyê 95 salî teslîmî Elmanyayê kir.

DYE'yê Friedrich Karl Berger ê 95 salî radestî Elmanyayê kir ku li kampên Nazî gardiyanî kiribû. Dibe ku Berger bi sûcê "hevkariya ji kuştinê re" bê darizandin.

Berger ji eyaleta Tennessee ya DYE'yê ber bi Elmanyayê ve hate şandin û li balafirgeha Frankfûrtê daket. Serdozgeriya Celleyê ragihand ku Berger azad e û dema pêwîstî çêbû dikare îfadeyê bide. Têkildarî kesê navborî biryara girtinê nîne.

Hate ragihandin ku Berger li gel temenê xwe yê dirêj, tenduristiya xwe baş e û dikare îfadeyê bide.

Berger ji sala 1959'an ve li eyaleta Tennessee ya DYE'yê dima û têkildarî rabirdûya wî kesî bi tiştekî nedizanî. Piştî ku sala 1950'î keştiyek ji belgeyên Nazî noqî binê avê bû û dûre hate dîtin, li dijî Berger lêpirsîn hate meşandin.

Dadgeriya DYE'yê ragihand, ku Berger li kampa Neuengamme ya li başûrê rojhilat ê Hambûrgê di Çile û Nîsana 1945'an de gardiyanî kir û tevlî karê valakirina kampeke li nêzî Meppenê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.