Tê gotin li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê gardiyanan girtiyê edlî Serkan Tûmay kuştiye. Malbata Tûmay diyar kir ku dewsa derbên îşkenceyê li ser laşê Tûmay hebûne.
Girtiyê edlî Serkan Tûmay ku ji Bedlîsê ye li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê şeva şemiyê jiyana xwe ji dest daye. Îdareya girtîgehê roja yeşemê telefonî dayik Hesîbe Tûmayê kiriye û jê re gotiye “Werin cenazeyê xwe bibin." Piştî vê birayên Serkan Tûmay Hakan û Gokhan Tûmay ji bo cenazeyê birayê xwe bigirin diçin Kirikkaleyê û cenazeyê wî dibin Manîsayê. Malbatê diyar kir ku li ser laşê Serkan Tûmay dewsa derbên îşkenceyê hebûne û gotin, gardiyanan ew kuştiye.
Bira Hakan Tûmay, bilêv kir ku birayê wî Serkan Tûmay 6 sal in di Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê de bûye û got: "Di 6 salan de herî kêm 6 caran lê dane û îşkence lê kirine.”
Dayika wî Hasîbe Tûmay jî got, herî dawî kurê wê jê re gotiye "dayê min xelas bike" û got: "Kurê min ji min re got, 'dayê gardiyan li min dixin. Wê min bikujin. Çend caran bi daran êriş anîn ser min.' Milê kurê min şikestî bû, serê wî werimandîbû. Ma wê çawa bi tena serê xwe bimire? Min ne kurê xwe li girtîgehê dît ne jî cenazeyê wî. Li ber dikevim, lê tiştek ji destê min nayê."
Cenazeyê Tûmay li Goristana Kirtik a navçeya Şehzadeler a Manîsayê hat definkirin.
Her wiha bikarhênerên Twîtterê bi hastaga #SerkanTumayNedenÖldü (Serkan Tumay çima mir) sebeba mirina Serkan Tumay ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gül pirsî.
MA/ÎZMîR