Li zindana Turkoglûyê ya Mereşê gardiyanan êrişî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin.  Di êrişê de milê girtî Baran Gul ji cî derket û platînê di milê hevalê wî de şikiya. 

Baran Gul telefonî malbata xwe kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Gul, ragihand ku gardiyanan avêtiye ser qawîşên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û êrişî wan kirine. 

Gul, da zanîn ku tevî wî 4 girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Gardiyanên ku hatin qawîşa C-5'an, bi awayekî hovane êriş anîn ser me. Milê min ji cih derket. Canê hevalên me yên din tahl bûne. Platînên di mil û piyên hevalekî me de şikiyan. Li me xistin, gef li me xwarin." 

Mahsûn Gul, birayê Baran Gul, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Edeneyê da û anî ziman ku birayê wî dê bi rêya parêzerê xwe giliyê gardiyanan bike. 

Çalakiya li zindanan a li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirina mafan a li zindanan di roja 50ʼî de dewam dike.

MA/EDENE