ZEYNEP DÛRGÛT / MA / ŞIRNEX

Pêr di saetên serê sibehê de li Çiyayê Gabarê şewat derketibû û tu mudaxile lê nehatibûn kirin. Hat zanîn ku şewata li herêmê her ku diçe li herêmêke berfirehtir belav dibe. 

Salek berê jî di encama topbarana qereqola cendirmeyan a Akdîzgînê ya li gundê Zêwê şewat derketibû û qadeke mezin a daristanê bûbû xwelî. 

Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çelênimêja birîna daran a bi hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê, cerdevan û leşkeran hatiye destpêkirin sê sal in berdewam dikin. Di encama talankirina xwezaya herêmê de heta niha bi hezaran dar hatine birrîn. Li van herêmên ku her 15 rojan carekê qedexe tê ragihandin dar tên birrîn, lêgerîna madenê û petrolê tê kirin. Herêmên qedexekirî ku ji şeniyên herêmê re 30 sal in qedexe kirîne ji talankirina xwezayê re vekirîne. Li Gabarê di bin navê lêgerîna petrolê de bi sedan dar hatin birrîn. Şeniyên herêmê yê ku ji vê yekê nerazîne naxwazin ku darên wan bên birrîn. 

An gund an daran dişewitînin

Heznê Arslan a ji gundê Bertûl yê ku li quntara Çiyayê Gabarê dimîne, diyar kir ku dewlet bi salan e li herêmê polîtîkaya çewisandinê dide meşandin û got:“Ev 30 sal in em ji gundê xwe derketine. Ji wê rojê ve em qet neçûne gund. Niha jî li gundên me biryara birîna daran hatiye dayin. Ji xwe ev bi salane jî li gundên me petrolê derdixînin. An gundên me dişewitînin, an darên me dibirin, an me koçber dikin, an jî me bi saxî dişewitînin. Ji zarokatiya xwe ve ew e me tiştek ji dinyayê fêm heta niha em di bin vê zilmê de ne. Ev nayê qebûlkirin. Waliyê Şirnexê dibêje gund serbest in herkes dikare biçe gundê xwe. Derewan dikin, tişteke wisa tune ye. Birîna her darekê ji bo me tê wateyê birîna rihek bedena me.”

Arslan, di berdewama axaftina xwe de bal bire ser bêdengiya li dijî talankirina xwezaya herêmê û got: “Ev der ji ber ku Kurdistan e kesek dengê xwe ji vê talanê re dernaxîne. Ji ber ku Kurdistan e xwezaya wê jî tenê dihêlin. Ji ber vê hişmendiyê û bêdengiyê dar li vê herêmê nehiştin. Banga me ew e ku herkes xwedî li xwezaya me derbikeve. Ev welat ne bê xwedî ye.”

Tifaq dikare talanê rawestîne

Medine Aksoy (70) a ji gundê Meydînê jî anî ziman ku cerdevan di birrîna daran de roleke mezin dibînin û got: “Van cerdevanan mala me xerab kirin, gundê me wêran kirin. Em nikarin biçin gundê xwe. Li Besta dibirin, li Cûdî dibirin, li Gabar dibirin. Ev cerdevan şirîkên dewletê ne. Yê ku wan riyan nişanî dewletê dide û dibe sedema talanê cerdevan in. Tenê tifaqiya me, yek dengiya me dikare vê talanê bide sekinandin.” 

Ayşe Ecer (70) a ji gundê Meydînê hişyar kir ku heke birrîna daran bi vî rengî bidome, li Gabarê yek dar jî namîne û got:“Bi birîna darên me talankirina xwezaya me heqaretê li me dikin. Qasî ku ev bêdengiye bidome wê ew birrîna daran nesekine. Dar stareya me ye divê ku em xwedî lê derbikevin.” 

Ji bo xwezayê durûtî nabe

Hatîce Dûrmûş (61) a ji gundê Dêrşew jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya talana li ser herêmê da û got: “Petrola me, darên me didizin, gundên me wêran dikin. Dest danîne li ser axa me. Ma ev qanûn e, ma ev edelet e? Ji bo Akbelenê herkes dengê xwe bilind dike û ji bo parastina xwezaya wir xwe dikin mertal. Gelo çima heman berxwedanê ji Cudî û Gabarê re nakin? Ev nêzikatiye me xemgîn dike. Divê mirov di navbera xwezayê de dûritiyê neke. Ev xweza xwezaya me hemûyane.”