ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX
Texrîbata ekolojîk a li navenda Şirnexê û çoltarên navçeyên wê berdewam e. Bi salan e qadên daristanî yên herêmên Besta, Cûdî û Gabarê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de tên tunekirin. Di heman demê de gelek qadên qedexekirî jî bi kanên madenan tên texrîbkirin. Di salên dawî de bi hinceta hilberandina petrolê texrîbateke mezin didin xwezayê. Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê gelek qad qul qul kiriye û xebatên sondajê dike. Ev yek jî qada jiyanê ya xezal û pezkoviyan roj bi roj tengtir dike. Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram têkildarî texrîbata xwezayê axivî. Şenbayram, anî ziman ku bi taybet jî di 4 salên dawî de gelek qad li ber rantê hatine vekirin û got: “Piştî salên 2015-2016’an, li çiyayên Cûdî û Gabarê qirkirineke mezin a daristanan heye. Êdî şewitandina daristanan di lûtkeyê de ye. Ji ber kanên komirê çiyayê Cûdî veguyeriye qulên koremişkan. Polîtîkayeke ku çiyayên Cûdî û Gabarê veguherînin çolemeyê hene.”
Yek dar jî nemaye
Şenbayram anî ziman ku piştî lêgeriyana petrolê qadên jiyanê yên gelek cureyên zindiyan ên li ber tunebûnê, teng dibe û got: “6-7 meh beriya niha li ser malpera TPAO’yê têkildarî xebatên lêgeriyana petrolê vîdeo hatibûn parvekirin û weke destkeftiyek dihat nîşandan. Lê em dibînin ku li wê qadê tenê yek dar jî nema ye. Hed û hesaba zirara kanên xîz didin hawirdorê tune ye. Petrola ji Gabarê tê derxistin tenê zirarê nade wê derê. Zirarê dide kesên li dûvê din ê dinyayê jî.”
Şenbayram, diyar kir ku Çiyayê Gabarê qada jiyanê ya xezalan û pezkoviyan e û got:“Niha gef li ser qada wan a jiyanê heye. Dê tune bibin. Li şûna petrol madenên din, bila çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf bên bikaranîn. Banga min ji bo hemû saziyên bihestiyar ew e ku li dijî vê texrîbatê bikevin nava tevgerê. Werin em bi hev re têbikoşin.”