Fuck the System

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Adar 2021 - 01:32

  • Hingê wê rêzek birrekên bi motor û rûjan ji pola çêkirin ku pê wê rexne li temamê sîstema desthilatdariyê digirtin. Wê navê Fuck the System li van berhemên xwe kir ku wê sala 2015´an dest bi wan kir û heta 2020´an jî dewam kir. 

Îfadekirina rola jina roja me ya îro esasê hunerê Kelly Reemtsen e. Em behsa hunermendeke Michiganê dikin, ku bi awayê xwe yê gelekî taybet hem bi xêzên li ser kaxezê û hem jî bi peykeran, ha vê rola jinê hem dixe berlêpirsînê û hem jî guhertina wê nîşan dide. Ya rastî ew bi klîşeyên belav ên di nava civakê de yên elaqedarî cins, hêz û jinanebûnê, dîtina civakî ya li ser van mijaran ji hev de dixe.

Fîgurên di berhemên wê de ecêb jinane ne. Hem bedena wan û hem jî cilûbergên li wan vê jinanebûnê derdixin meydanê. Ev jinên hanê ne hama welê jinên bedew ên ku diçin seyranê ne. Em di cih de dibînin ku ew karekî giran ê malê yan jî hin karên pîşeyî yên giran dikin; yên ku weke klîşe ji karên mêran tên hesibandin. 

Rexneyan li klîşeyan digire

Amûrên di destên van fîgurên jin de diguher in, bivir, çakûç, balyoz, birreka bi motor, kilîtên tamîrê û wekî din, hemû li aliyekî klîşeyên karên ji bo mêran tînin bîra mirov, lê di heman demê de karên ku gelek jinên roja me ya îro dikin jî. 
Yanî Reemtsen bi hunerê xwe bersivê dide pirsa, ka gelo rola jinê di civakên roja me ya îro de çi ye: Bi ya wê her tişt e, her rol a jinê ye jî! 

Anonîmbûna fîguran jî ji bê serîbûna wan diyar e; lê jin bi cilûbergên xwe û bedena xwe weke fîgureke estetîkî hatiye muhafezekirin. 

Di karê wê de hostetî hem xwe bi rengandina xêzên wê dide der û hem jî bi dîzaynên wê yên ji bo amûran û heban. Hingê wê rêzek birrekên bi motor û rûjan ji pola çêkirin ku pê wê rexne li temamê sîstema desthilatdariyê digirtin. Wê navê Fuck the System li van berhemên xwe kir ku wê sala 2015´an dest bi wan kir û heta 2020´an jî dewam kir. Gelo ew ê rêza Fuck the System dewam bike yan na, em ê bi berhemên wê yên bê bibînin.

Bêhtirî 30 salan e ku çalak e

Hunermend sala 1967´an hatiye dinê. Wê li Zanîngeha Michiganê a Navendî dîzaynkerî û rengandin xwendiye. Ew niha li Los Anglesê bi cih bûye û hunerê xwe jî li wir dike.

Di rêzek berhemên xwe de wê fikra şikandina esreqa camî ya mecazî derxistiye pêş. Di vê rêzeberhemê de fîgur diçin ser objeyên weke kursî û seliman. 

Wê wekî din ji salên 1990´î ve berê xwe daye awayên çapê, hunerê çapê. Di vê çarçoveyê de wê bi bernameyên bursê li Venedîkê û Îlona 2016´an li Zanîngeha Floridaya Navendî kar kir. Sala 2019´an çapên wê hazirkirî ji aliyê Royal Academy of London ve weke wêneyê sereke yê Fuara 2019 London Original Print hat hilbijartin.

Di nava peykerên wê de dîzaynên heban ku ew weke xişiran dinirxîne, peykerên birrekên bi motor, rûjên ji pola yên bi erdê ve dewisandî hene. Wê navê Fuck the System li rêza peykerên rûjên ji pola kiribû.  

Berhemên Kelly Reemtsen hem li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hem jî li derveyî wê, nexasim jî li Ewrûpayê hatin nîşandan. 

Pêşangeha wê ya herî dawî li David Klein Gallery Detroit a li Michiganê bû.

LOS ANGELES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.