Fuara Pirtûkan a Frankfurtê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Cotmeh 2021 - 01:39

  • Fuara Pirtûkan a Frankfurtê ya Navteweyî a 73’yan sibe bi merasîmekê deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vedike. Di merasîma îsal de wek welatê rûmetê yê ku li Frankfurtê dibe mêvan Kanada ye. 

Fuara Pirtûkan a Frankfurtê ya Navteweyî a 73’yan sibe bi merasîmekê deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vedike. Di merasîma îsal de wek welatê rûmetê yê ku li Frankfurtê dibe mêvan Kanada ye. 

Fuar sala çûyî ji ber şert û mercên pandemiyê bi awayekî online hatibû lidarxistin. Lê îsal bi awayekî piçûk be jî ew xwestine bi peyama “Re:connect” (Ji nûve têkilî) fuarê bi awayekî fîzîkî organîze bikin. Her wiha beşek fuarê jî dê dîsa online bi rêve here û bi riya înternetê dê kes karibin beşdarî fuarê bibin.

Ji bo îsal ji 74 welatan 1700 weşanxane tevlî fuarê dibin. Ji ber rewşa pandemiyê ew hewl didin ku rojê tenê 25.000 kes derbasî qada fuarê bibin û jê zêdetir kesî negirin. Bilêtên fuarê jî dê tenê li ser înternetê werin peyda kirin. 

Di fuara îsal de dê “Xelata Aştiyê” bi merasîmekê bidin nivîskar û sînemagerê Zîmbabveyî yê bi navê Tsitsi Dangarembga. Yaşar Kemal û Orhan Pamûk jî berê heman xelatî wergirtibûn. Her wiha di warê weşangeriyê de jî dê xelat werin dayîn.

Fuara Pirtûkan a Frankfurtê dê di navbera 20 û 24’ê Cotmehê de were lidarxistin.

FRANFKURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.