Fridays for Future li cem Rojava ye

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:51

Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, tevgera avhewayê, Fridays for Future (Înî ji bo siberojê) li dijî bikaranîna enerjiyên fosîl xwepêşandanek bi beşdariya sedan kesî li dar xist.

Meclîsa Kurdan a li Awusturyayê (Feykom) jî tevlî meşê bû. Koma pişgiriya navneteweyî ya bi Rojava re RiseUp4Rojava ya Viyanayê, bang kiribû da ku blokeke piştgiriya bi Kurdistanê re bê çêkirin. Wê gotibû, edaleta avhewayê û tevgera piştgiriya bi şoreşa li Îran û Kurdistanê re lazim e bi hev re kar bikin. Di encamê de jî tevgera avhewayê jî piştgiriya xwe ya bi Rojava re nîşan da. Di çalakiyê de RiseUp4Rojava xwest, hevkariya Awusturyayê bi dewletên Îran û Tirkiyeyê re bê bidawî kirin.

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.