- Li Fransayê Kolektîfa Şêx Yasîn jî di nav de wê gelek saziyên têkilî Îslamiya radîkal werin girtin.
Li Fransayê Kolektîfa Şêx Yasîn jî di nav de wê gelek saziyên têkilî Îslamiya radîkal werin girtin.
16'ê Cotmehê li Conflans-Saînte-Honorîneyê penaberekî Çeçen ku êrîş bire ser mamoste Samuel Paty kuşt û serê wî jê kir. Piştî bûyerê derheqê têkiliyên Çeçen ê ku ji hêla polîsan ve hatî kuştin didome, hate gotin li tevahiya welêt li dijî îslamiyên radîkal wê operasyon bidomin.
Serokkomar Emmanuel Macron der heqê têkoşîna li dijî Îslamîyên radîkal de axivî û der heqê saziyên ku wê werin girtin hin nîşane dan. Macron got kolektîfa ku navê lîderê berê yê Hamasê Şêx Yasîn li xwe kiriye jî wê were girtin.
Macron got, ''Operasyonên piştî Conflans-Sainte-Honorine em ê zêde bikin'', bal kişande ser ku wê li dijî gelek kesan operasyon bidomin.
ANF/PARÎS