Fransayê xwe li nezanînê danî

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 06:40

SELMA AKKAYA/PARÎS

 

Bi hinceta ku “Heqaret li Erdogan” kirine bi hezaran kes ketine ber dozan, û niha ev doz çûn heta bi Fransayê jî û bûn bela serê Hasan Kilis. Bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye, pasaporta wî hat desteserkirin û destûra wî ya îqametê hat betalkirin.

Hasan Kîlîs ev 20 sal in li Fransayê karker e. Ew ji navçeya Erzromê Qereyaziyê ye. Ev 20 sal in jî berê wî neketiye Tirkiyeyê. Ji bo dirêjkirina mafê xwe yê îqametê gava dixwaze pasaporta xwe dirêj bike, konsolosxane jê re dibêje, ew 5 salan hatiye dadgehkirin, 20 sal cezayê hepsê ji ber heqareta li Tayyip Erdogan lê hatiye birrîn û pasaporta wî desteser dike.   

Sedema dadgehkirinê jî parvekirinên wî yên li ser Facebookê bûne. Ew sala 2015´an xiyabî li ser doznameya Serdozgeriya Dagirkeriya Tirk a li Qereyaziyê hat dadgehkirin. Dadgeha Sulhê ya Qereyaziyê jî 20 sal cezayê hepsê lê birrî. Ew bi biryarê jî nehisiyabû heta ku neçû konsolosxaneya Tirk a li Parîsê ji bo ku pasaporta xwe nû bike.  

Axir gava ku li rê û dirban digere, doza penaberiyê li dewleta Fransayê dike da ku karibe mafê îqameyê wergire. Dewleta Fransayê jî bi îdîaya 20 sal in ne li Tirkiyê bûye û nabe ku niha doza penaberiyê bike, vê daxwazê bi rêya saziya xwe ya penaberan OFPRA´yê red dike. 

Esas OFPRA´yê tevî belgeyan û cezayê lê hatiye birrîn jî ji Hasan Kilis re gotiye, “Welatê tu 20 salan neçûyê, ma te çi xebata siyasî lê kiriye” û red kir mafê penaberiyê bide Hasan Kilis. 

Hasan Kilis li ber biryarê rabû û sibe mahkeme wê li ser biryara OPFRA´yê bê kirin. Ew hêvî dike ku Fransa bi biryara muhtemel a dadgehê ji şaşiya xwe vegere. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.