Hunermendê grafîkê, Rêbiwar Perwîzî, di ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal de ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re, grafîk û fotomotajên xwe parve dike. Di yekê ji wan de dîmen bi nîşandana jineke laçikspî dest pê dike û paşê berê awirê kamerayê diçe ser xirbeyan, destekî zarokan di bin xirbeyan de xuya dike û di wî destî de bûkeke paçikî, lîstokeke rengîn heye. Li pêşiya kamerayê berf dibare û li pişt jî çivîk û kevok. Hunermend bi vî awayê balê dibe ser rewşa mexdûran û bangên alîkariyê, nexasim jî yên Heyva Sor a Kurdistanê parve dike.
NAVENDA NÛÇEYAN