Hejmara 7’an a kovara Folklorame ya li ser folklora Kurdan, derket. Weqfa Mezopotamyayê vê kovarê serê sê mehan carekê derdixe.

Di hejmara 7’an de nivîsa Fatma Şahînê ya bi navê “Ferhenga tematik ya hasil û mitbexê (Bajarê Agiriyê)”, ya Eşref Keydaniyî ya bi navê “Du hikayet ji Herêma Garisanê”, “Hin gotinên pêşiyên ji Anatoliya Navîn” ya Beroj Mukriyaniyî, “Rista pîrik û makê di lîstikên zarokan da (Hekêma Siloyayê)” ya Egîdê Fêroyî hatine weşandin. Hêmin Omar Ahmadî, dîsa berê xwe daye arşîva folklornasê Kurd Ebdulreqîb Yûsifî û du meselokên Cizîra Botanê neqil kirine. Ayela Zartoyê ji nava gîyayên herêma xwe qala Zûzaqê kirîye û wê nivîsa xwe bi agahîyên ji devê niştecihên herêmê û palpiştên zanistî kemilandîye.

Hîkmet Yildiz, Aydin Batur, Kurdjan Sorî û Elîf Gunê çîrokên herêmên xwe nivîsandine. Herweha Mahîr Ugurî jî varyanteka “Çîroka Papûkê” nivîsandiye. Mehmet Yildirimçakarî jî li Herêma Qelqelîyê li ser cureyekî taybet ê edebîyata gelêrî ya Kurdan berhevkarîyek pêşkeş kirîye. Surya Human û Vîldan Sevîmê du çîrokên li ser rovîyî berhev kirine û her yek ji wan bi şêwezarekî Kurdî ye.

Hin nivîsên ku di hejmarên berê de destpêkirine di vê hejmarê de jî dewam dikin. Nivîsa “Biwêjên gundê Çîçikayê-2” ya Bêrîvan Matyarê yek ji wan nivîsan e. Nivîsa din jî “Ferhengoka Agirîyê-3” ye ku ji Keklîkî nivîsandiye.
Eîdtyoriya kovarê jî bo derketina hejmarê bide zanîn dibêje, “Derî vekin, mêvana we hat. Çavên we ronî, xêr û xweşîyê xwe li mala we danî. Hejmara heftan ya Folklora Me çap bû.”

AMED