Heyva Sor a Kurdistanê ev 29 sal in di navbera mirovên hewce û xêrdaran de bûye pirek. Îsal jî ji bo alîkariyê bigihîne mirovên hewce, wê kampanyaya fitre û zekatê da destpêkirin.
Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Murat Vargun ji bo kampanyayê got, "Ev 29 sal in em bi van kampanyayan alîkariya xwarinê, dermanan, ambulansan, dermankirinê, alîkariya cîhazên tibî, rehabîlîtasyonê dikin û kampan ji bo penaberan ava dikin. Îsal jî bi hatina heyva Remezanê weke Heyv a Sor a Kurdistanê em kampanyaya fitre û zekatê didin destpêkirin. Nexasim ji ber zehmetî û êşên îsal, fitre û zekatên xelkê me yê li Ewrûpayê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bişîne, ji caran girîngtir e."
Xelk dikare bi gelek rêyan fitre û zekatên xwe bidin. Murat Vargun got, hesabên bankeyê yê tevahiya saziyên wan li ser malpera wan www.heyvasor.com peyda dibin û Kurdistanî dikarin fitre u zekatên xwe bi van hesaban bighînin wan. Wekî din derfet heye ku bi Paypalê li ser navnîşana www.paypal.com/paypalme/heyvasoruk alîkarî bê kirin.
FRANKFURT