Fitneya çeteyan li Dêrazorê

În 9 Tebax 2024 - 01:15

Pêr li Dêrazorê çeteyên bi navê Dîfa El Wetenî yên bi ser rejîma Şamê, êriş birin ser gundewarên Dêrazorê. Di encama êrişê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn. Herwiha çeteyan 2 stasyonên avê şewitandin. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku doh bi şev careke din çeteyên rejîma Şamê êrişê gundên rojhilatê Dêrazorê kirine û QSD’ê bersiva êrişan daye û ew têk şikandine. Hêjayî gotinê ye, QSD’ê pêr jî bersiva êrişan dabû û 8 çete hatibûn kuştin ku cenazeyê 3 çeteyan di destê şervanên QSD’ê de mabûn, gelek çete jî birîndar bibûn û çete neçar mabûn ji herêmê birevin. Derbarê fitneya ku rejîma Şamê dixwaze li herêmê pêk bîne, nerazîbûnên tund hatin nîşandan. Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku planeke xeternak heye ku rejîma Şamê dixwaze fitneyê di navbera pêkhate û êlên herêmê de derxe. Partiyê bang li hêz û aliyên sûriyeyî kir ku berjewendiya nîştimanî ya sûriyeyî bidin pêş.

Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got:’’6'ê Tebaxa 2024'an hêzên rejîma Şamê, hêzên girêdayî wan û girêdayî hêzên derve li dijî bajarok û gundên rojhilatê Dêrazorê êriş pêk anîn. Di encamê de xelkê sivîl hatin qetilkirin û hinek din birîndar bûn. MSD van êrişên hovane bi tundî şermezar dike û desthilata Şamê li hemberî van kiryaran berpirs dibîne û wê ji alozbûna rewşê hişyar dike.

Her wiha em rola lehengî ya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ev êriş têk birin, aramî û ewlehiya herêmê parastin silav dikin. Her wiha em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin. Em bang li hemû aliyên siyasî û nîştimanî dikin ku sûcên desthilata Şamê û hêzên wê yên ku rê li ber çalakbûna çeteyên DAIŞ'ê vedikin û xebatên têkoşîna li dijî terorê asgeng dikin, şermezar bikin.

Ew ê roja edaletê were û tevahî berpirsên van êrişên hovane ku Sûriyeyî qetil kirin hesab bidin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.