Firsenda dîrokî

Çarşem 3 Gulan 2023 - 15:01

  • Karasû ji bo hilbijartinan got, firesendeke dîrokî ye û xwest bi nihêrîneke berfereh rastiya faşîzmê bê dîtin û li gorçî wê helwêst bê diyarkirin.  

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji kanala nûçeyan a Medya Haberê re peyivî û Partiya Çep a Kesk ji HDP'ê berfirehtir dikeve hilbijartina 14'ê Gulanê. Wî dazanîn ku Partiya Çep a Kesk muxalefeta rasteqîn a li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê derxistiye holê û got, “Heke rast bi rola xwe rabin, firsendeke dîrokî derketiye holê. Valahiyek mezin heye. Tifaqa Millet heye, lê tifaqa Millet ne xwedî hêz, bername û helwesteke wisa de ye ku li hemberî vê desthilatdariya faşîst têbikoşe. Ji ber vê Partiya Çep a Kesk dikare tevî pêkhateyên xwe û hêzên tifaqê vê valahiyê dagire.”

Karasû xwest Partiya Çepa Kesk zêdetir xîtabî Tirkiyeyê bike: “Divê di xîtaba civaka Tirkiyeyê de hinekî wêrektir û hinekî din jî vekirî be. Ez ji bo hêzên demokratîk jî dibêjim; divê ew xîtabî derdorên berfireh bike. Kurd têdikoşin, em têdikoşin. Di vî warî de problem tine. Lê ji bo hilweşandina vê faşîzmê divê gelê Kurd, hêzên demokrastiyê yên Kurd bêhtir xwe bigihînin gelên Tirkiyeyê.

 

Divê rastiya faşîzmê bibînin

Dema rewşa girtina HDP’ê çêbû, bi Partiya Çep a Kesk çûn hilbijartinê. Ev girîng e. Jixwe, pêkhateyên HDP’ê hene. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê re ev yek hîn firehtir bû. Ji vî alî ve Partiya Çep a Kesk bi rengekî hîn cudatir ê hilbijartinên ku HDP berê ketiyê, hîn firehtir dikeve vê hilbijartinê. Lewma, ew beşeke civakê yê girîng îfade dike. Hem jî li dijî vê desthilatdariya faşîst, çareseriya rast îfade dike, muxalefeta rast datîne holê. Girîng e. Divê li dijî vê faşîzmê muxalefetek bi vî rengî hebe. Erê, faşîzmê her cure êrîş pêk anî, lê têkoşîna li dijî vê yekê jî faşîzma AKP-MHP’ê teşhîr kir. Partiya Çep a Kesk niha hewl dide nûneriya vê yekê bike. Heger bi rolên xwe baş rabin, derfeteke dîrokî derketiye pêşberî wan. Valatiyeke mezin heye. Erê, Tifaqa Milet heye lê Tifaqa Milet ne xwediyê wê hêzê ye ku li dijî vê desthilatdariya faşîst têbikoşe. Ji vî alî ve, li gel pêkhateyên Partiya Çep a Kesk û li gel hêzên tifaqê ev valatiya mezin dikare bê dagirtin. Kelecanekê çêdike, lê divê rastiya Tirkiyeyê baş bibînin.

Ez vê yekê ji bo wê diyar dikim. Xweşbînî baş e, lê li hemberî vê, rastiya faşîzmê heye. Ji bo têkbirina vê faşîzmê, li hemberî faşîzmê xurtbûn, serketî bûn divê hîn zêdetir bê xebitîn, û ev mesele bêhtir cidî were girtin. Tenê bi gotina bi xweşbîniyê faşîzm teşhîr bû, rûyê wê derket holê, serketin çênabe. Divê hîn zêdetir têbikoşin û hîn zêdetir bixebitin. 

 

Divê helwêst Tifaqê teng nekin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê de jî got, “Tifaqa Ked û Azadiyê, ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Wê bi hilbijartinê bi dawî nebe. Piştî hilbijartinê wê têkoşîneke zêdetir were lazim bibe. Di vî warî de pêwîst e tifaqa Ked û Azadiyê baş biparêzin, bi pêş bixin û berfireh bikin. Têkoşîn bi hilbijartinan naqede. Her kesê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de divê bi wate û nirxa vê tifaqê zanibe. Û divê nekevin nav helwestên ku Tifaqa Ked û Azadiyê teng dikin. Bi vî rengî nikare nêzîk bibe. Bi reaksîyon û hestyarî nikare nêzîk bibe. Di vî warî de divê her kes baş bibîne ka Tifaqa Ked û Azadiyê tê çi wateyê. Divê îro hem bi hev re bixebitin û hem jî divê Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hilbijartinê têkoşîneke xurtir bimeşîne. Serdema pêş, wê bibe serdema têkoşînê. Bi hilbijartinan hat, demokrasî bû, pirsgirêk çareser bûn; bendewariyên wisa şaş in. Karê yekem hilweşandina faşîzmê ye. Têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ye. Têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê, beşên herî berfireh ên cîhanê dide afirandin. Kî nêzîkatiyeke teng nîşan bide, ew li dijî faşîzmê têkoşînê rast nameşîne. Bi vî rengî divê mirov lê binihêre.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.