Finsbury êdî Parka Newrozê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Adar 2022 - 22:30

  • Newroz îsal jî li Parka Finsbury a Londonê bi beşdariya zêdeyî 10 hezar kesî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate pîrozkirin. 

Newroz îsal jî li Parka Finsbury a Londonê bi beşdariya zêdeyî 10 hezar kesî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate pîrozkirin. 

Pankarteke mezin ên bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û şervanên YPG'ê yên Ingilîz ên li Rojava şehîd bûn, peyamên sereke yên Newrozê dan. Ji ber ku Newroza navendî ya li Ingilîstanê bi pirranî li Finsbury Parka Londonê tê lidarxistin, ev parka navdar a Londonê bûye weke Parka Newrozê.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Elîf Sarican û Mîraz Serhat bi bîr xist ku Newroz ji bo Kurdan berxwedan û azadî ye, û wan destnîşan kir ku bi Newroza 2022'an re ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bi rengekî topyekûn têbikoşin."

Di pîrozbahiyê de Koroya Zarokan a Fîraz Dag gelekî bal bire ser xwe. Koma Zelal, Omid Şerîfî, Hozan Canê û Ferhat Tunç di bernameya çandî a Newrozê de bûn.

Siyasetvan Osman Baydemîr ji xelkê re axivî û got, "Li dijî faşîzm û dagirkeriyê ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye."

Lîderê berê yê Partiya Karker a Ingilîz û dostê Kurdan parlamenter, Jeremy Corbyn jî ji xelkê re peyivî û got, "Divê dewleta Tirk li hevdîtinên aştiyê yên sala 2013'an vegere ku bi Abdullah Ocalan re dimeşand. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe."

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.