AZAD AGIR / FRANKFURT
Nîvê tîmên ku di lîgên amator ên li Elmanyayê de dilîzin ên Kurdan, vê dawiya hefteyê li hemberî reqîbên xwe serketî bûn, nivê din jî bi bin ketin. Dersim Russelsheimê jî û Serkeftinê jî li deplasmanê reqîbên xwe 2 û 5 birin. FC Bingolê bi 3 golan 3 puwan birin û FC Roj jî reqîbê xwe bir.
Li Russelsheimê, SG SV VFR Dersim Russelsheim di Verbandsliga de dilîze. Wê reqîbê xwe Spvg 05 Oberrad li deplasmanê 5 û 2 bir. Tîm niha di rêza 14’an de ye, lê 2 maçên wê jî hîna kêm in. Ew ê sibe bi JSK Rodgau re li deplasmanê bilîze.
FC Serkeftin 92 a ku li Frankfurtê di Kreisliga A de dilîze, li deplasmanê FC Olimpia 07 bir. Tevî ku hakimê maçê aliyê xwediya malê girt jî, Serkeftinê 5 gol avêtin reqîbê xwe û 2 gol jî xwarin. Sibe Serkeftin wê bi FG Seckbach 02 II re û yekşema bê jî bi SC Goldstein re maçan bike.
FC Bingol 12 vê hefteyê jî aliyê xurt bû
FC Bingol 12 li Hamburg, di Landesliga 2 de dilîze. Wê li seheya xwe zora “SVNA 1” bi 3 û 0 bir. Di lîgê de jî bi vî awayî kete rêza 7’an.
Hefteya li pêşiya me ew bi “Vorw. Wacker 1” re li deplasmanê dilîze.
Li Dortmundê, FC Roj di Bezirksliga Staffel 09 de dilîze. Wê li deplasmanê zora tîma SG Castrop-Rauxel 4 û 2 bir. bi vî awayî di lîgê de ew jî bi 5 puwanan kete rêza 7’an. FC Roj hefteya bê wê tîma “Teut. SuS Waltrop” li seheya xwe bike mêvan.
Li Hamburgê, Dersimspor di Landesliga de dilîze. Heta niha hîç puwanên wê nînin û hefteya bê wê bi ASV Hamburgê re li deplasmanê bilîze.
Hanau Giessen, Saarbrueckenê şikest xwarin
Li Hanauyê, SC 1960 Hanau di Verbandsliga Süd de dilîze.Ew li deplasmanê bi SV Munster re lîst û 7 û 2 zora wê çû. Tîm di lîgê de di rêza 5’an de ye niha. Tîm wê dawiya hefteya li pêşiya me bi Spvg 05 Oberrad re bilîze.
Li Saarbruckenê jî Kandil Saarbrucken di Landesliga Süd de dilîze. FV 08 Puttlingenê 3 û 1 zora Kandil Saarbruckenê bir. Kandil
Saarbrucken ê hefteya li pêşiya me bi FC Saarbrucken bilîze.
Li Giessenê, Kurdischer FC Gl di Kreisoberliga de dilîze. Ew li deplasmanê bi SF Burkhardfelden re lîst û bi 4 û 1 zora wê çû. Hefteya bê ew ê bi TSG Wieseckê re bilîze.
Finnkurd zora reqîban dibe
Tîma futbolê ya Kurd a li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, Finnkurdê di maça pêşî ya play-offê de li seheya xwe zora tîma Tips bi encama 3 û 2 bir. Heger di play-offan de bi ser bikeve, Finnkurd wê derkeve lîga 2’yan a welêt. Maça diduyan a playoffê ew ê 17´ê Îlonê bi tîma LPS’ê re bike.
FC Feradê zora reqîbê xwe bir
Li bajarê Swîsreyê Baselê, FC Ferad di lîga 4’an di koma 2’yê de dilîze. Wê li deplasmanê zora FC Atletico Baselê 5 û 3 bir. FC Ferad hefteya bê wê bi FC Arlesheimê re li seheya xwe bilîze.
Li bajarê li Normandiya Fransayê, Rounenê FC Jiyan Kurdistan di lîga 1’ê ya amator de dilîze. Ew li seheya xwe bi O. Darneal re lîst û 2 gol avêtin û 2 gol jî xwarin. Bi vî rengî bi puwanekê dest bi lîgê kir. FC Jiyan Kurdistan hefteya bê wê ji bo kupaya herêmê maçan bike.