Filmên Kurdistana Min

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Nîsan 2021 - 03:37

  • Ferhan Stêrk: Dema em behsa Kurdistanê dikin Kurdisatna Min tiştek şexsî ye ji bo me. Meseleya globalbûnê jî hinekî ev e. Bi rêya online, dinya hemû dikare bê pere li bernameya festîvalê temaşe bike. Me got bila bê sînor be û bila Kurdistan li her derê be.

ARDÎN DÎREN

Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê, ji ber rewşa dinyayê, navê xwe guherand û îsal navê "Festîvala Filmên Kurdî ya Global" li xwe kir. Festîvala Filmên Kurdî ya Global a 12'an, vê mehê di navbera 16-27 ê Nîsanê de bi awakî online were lidarxistin. Festîval îsal bi temaya “Kurdistana Min” dadikeve kolanan, cil û bergên Kurdî û bajarên Kurdan dide naskirin. Her wiha gelek festîvalên din ên filmên Kurdî jî îsal piştgiriyê didin festîvalê. Me jî xwest bi rêvebirê festîvalê Ferhan Stêrk re li ser mijarê bipeyivin û zanibin ka ji bo îsal çi amadekariyên wan hene û çawa derdikevin hemberî sînemahezan.

Par ji ber pandemiyê festîval online hatibû lidarxistin. Ji bo îsal tevdîrên we çi ne gelo, hûn ê festîvalê bi çi awayî lidarbixin?

Sala 2020’an, me Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ya 11'an dîsa bi awayekî online li dar xistibû. Nexweşiya Pandemiyê bandoreke mezin li ser festîvalê çêkir. Me jî wekî hemû festîvalên dinyayê kar û xebatên festîvalê li ser platformên dijîtal meşandin. Derfetên online firehtir û mezintir in. Bi rêya online dinyayeke nû ava dibe. Xebatên çandê û festîvalan li platformên online dinyayeke nû afirandin. Divê em Kurd jî di nav vê dinyayê ango platformê de cihê xwe bigirin. Par tecrûbeyeke mezin bi me re çêkir û îsal em ê vê tecrûbeya xwe bi awayekî platformên vîdeoyî, bi pêş bixin û pêşkeşî temaşevanan bikin. Hêvî dikim temaşevan jî ji festîvalê hez bikin û bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Her wiha festîvala îsal salvegera 20'an a Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ye jî, lewma em vê salvegerê jî pîroz dikin. Me got îsal em bi awayekî global festîvalê pîroz bikin. Di navbera 16-27'ê Nîsanê de wê bi rê ve biçe, yanî 12 rojan festîvala me wê bidome.

Em dibînin ku we îsal navê Festîvala Filmên Kurdî ya Global li festîvalê kiriye. Çima, armanc çi ye?

Rewşa dinyayê bi awayekî xwezayî ev nav derxist holê. Me got, bila festîvala îsal ji bo dinya û Kurdistanê bibe bersivek. Rewşa Kurdistanê ji me re bû îlhamek. Jixwe, temaya me ya îsal “Kurdistana Min” e. Kurdistanek heye lê sînorên wê hê jî zelal nebûne. Li Kurdistanê arîşe bi dawî nebûne. Gelek festîvalên filmên Kurdan li dîasporayê hatine lidarxistin. Şert û mercên çêkirina festîvaleke neteweyî hema bêje nemane. Em bêjin, sînemayên me tên şewitandin, qet alîkarî nadin derhêner û çêkerên Kurd. Ji ber van sedeman, sînemaya Kurdan li dîasporayê mezin bûye. Me jî got, em peywendiyê di navbera Kurdistan û yên li derveyî wê de çêkin. Dema em behsa Kurdistanê dikin Kurdisatna Min tiştek şexsî ye ji bo me. Meseleya globalbûnê jî hinekî ev e. Bi rêya online, dinya hemû dikare bê pere li bernameya festîvalê temaşe bike. Me got bila bê sînor be û bila Kurdistan li her derê be. Kî li ku dimîne, bila Kurdistan ew der be. Jixwe, gava em li xwe û li dinyayê jî dinihêrin, em dîbînin ku meseleya globalbûnê ji bo me pêdivîyek e. Me got em di navbera sînemaya Kurdan û dinyayê de têkiliyekê ava bikin.

Tevî ku hûn ji hev dûr in û di navbera we de sînor hene jî qederê 10 festîvalên Kurdî hevkariya we dikin û piştgiriyê didin festîvalê. Ev piştgirî û hevgirtina hanê, we çawa bi hev re ava kir gelo?

Gava em behsa sînemayeke neteweyî dikin, gelek kes bawer nakin ku sînemaya Kurdan heye. Hê jî hinek kes van pirsan dikin. Ji ber ku di bingeha sînemaya me de dewletek tine ye û bê temsîliyet tê xuyanê, vê yekê wek kêmasiyekê dibînin. Lê li gel bêderfetî û şert û mercên zehmet, em dixwazin vî mantiqî ji holê rakin an jî bişikînin. Bê derfet, bê dewlet jî em dikarin yekîtî û piştgiriyê di navbera xwe de ava bikin. Berê çend înîsiyatîf ava bûn, konferans çêbûn li ser sînemaya Kurdî lê niha hinek elaqe kêm bûye û sistbûnek heye ji bo sînemaya Kurdî. Rewşa siyasî, aborî û civakî mixabin nahêle mirov berê xwe bidin sînemayê. Beriya sînemayê, ev pirsgirêk derdikevin holê. Lê ez dibêjim, sînema çiqas bi pêş bikeve, civak jî li gorî wê dê bi pêş bikeve. Lewma em dibêjin, sînema tenê kamera û çîrok gotin nîne. Hevparî, hevkarî girîng e ji bo me. Bê piştgirî ti festîval nikare bi ser bikeve. Rast e, me deh festîvalên Kurdî anîn cem hev. Ji Kurdistanê, ji Ewrûpa û Emerîkayê tevlî bûn û piştgiriya wan çêbû. Ez gelekî kêfxweş im û vê piştgiriyê kela canê min rakiriye. Hêviyek bi me re çêkir. Bi vê hêviyê em dixwazin niqaşên li ser sînemaya Kurdî dewam bikin û asta vê platformê bilindtir bikin. Dibe ku em ji bo paşerojê foneke hevpar ava bikin yan jî bazarekê çêkin. Ev nîqaş ji bo ciwan û derhênerên nû jî gelekî girîng e. Bi rêya festîvalên wiha, em derfetê dibînin ku filmên xwe nîşan bidin, wekî din şansê wan tine. Divê em ji bo wan jî rêyekê vekin. 

Di danasîna we ya îsal de çar ciwanên Kurd di vagonên trênê de û li kolanên Ewrûpayê cil û bergên Kurdî didin nasîn. Di fragmana danasîna festîvalê de em li kolanên Londonê navê gelek bajar û bajarokên Kurdan jî dibînin.  We ev konsept çawa diyar kir? 

Ciwanên Kurd ên ku li Ewrûpa mezin bûne, ev konsept diyar kirin, ev fikra wan bû. Nifşekî nû yê Kurd heye ku li Ewrûpayê mezin bûye, lê dîsa jî dev ji cil û bergên xwe û çanda xwe bernade. Hin ji wan şal û şapikên xwe li xwe dikin û derdikevin kolanan. Ev jî jiyaneke ango realîteyeke me ye. Her wiha ew ji vagonê derdikevin û di nav kolanan de dimeşin. Em dixwazin têkiliyekê bi bajêr re çêkin. Tenê ne bajarên li vir, her wiha bi Kurdistanê re jî. Em li kolanan balê dikişînin ser bajar û bajarokên Kurdan jî, her çiqas ew di bin mêtîngeriyê de bin jî ew bajar yên me ne, yên Kurdistanê ne. Wê rojek were, ew bajar bi temamî bibin yên me û em ê wan bi rê ve bibin. Ev konsept dibêje, Kurdistan li her derê ye. Bê sînor, bê derfet em li ku bin jî ji me re ferq nake. Em li her derî weke Kurd cil û bergên xwe û çanda xwe nîşan didin. Ji ber pandemiyê me bi zehmetî ev fragman çêkir, bi şêwazekî gerîlayî me dîmen girtin. Ev cara yekemîn bû ku festîvala Londonê fragmanek xisûsî ji bo xwe çêkir û belav kir. Berê wek anîmasyon me tiştin çêkiribûn, lê ev cara yekemîn e ku bi lîstikvanan em fragmaneke taybet amade dikin. Me vê carê got, em bi şêwazekî cûúda derkevin pêşberî temaşevan û sînemahezan. Ev fragmana me baş çêbû û gelek kesan jê hez kir.

Di bernameya îsal de em ê li çi temaşe bikin?

Temaya me ya îsal Kurdistana Min e. Ji bo festîvala îsal du çarçoveyên me yên girîng hene. Yek ji wan ji sala 2000’î heta niha filmên klasîk ên Kurdan  e. Katalogeke me ji bo vê ye. Ya din jî filmên nû yên ku di nav du salan de hatine çêkirin. Em dixwazin wan jî bi katalogeke cuda nîşan bidin. Em dizanin ku gelek film di rewşa pandemiyê de hatin çêkirin lê fersend nedîtin ku li hin cihan bên nîşandan. Di navbera van du salan de gelek kurtefilm û belgefilm hatin çêkirin. Bi taybetî em cih didin filmên belgeyî ji ber ku ev belgefilm hafizaya gelê Kurd in û ji bo me gelek girîng in. Me xwest em piştgiriyê bidin van derhêneran. Ji bo van filmên nû yên di nava du salan de hatine çêkirin heft xelatên me hene. Ji bo yên klasîk jî dê temaşevan filmên herî baş hilbijêrin. Wekî din ji bo îsal em ê çar filmên Yılmaz Guney jî nîşan bidin. Rê, Seyîtxan, Hêvî û Kerî. Filma Rê sala 1984’an li festîvala Cannesê xelata herî baş wergirtibû lê kopyaya wê yê orîjînal nehatibû nîşandan û li Tirkiyê hatibû sansurkirin. Navê Kurdistanê jê biribûn. Em ê îsal vê kopyaya orîjînal ya bê sansûr nîşan bidin.  

Herî dawî ji bo kesên dixwazin we bişopînin û li filmên festîvalê temae bikin, tu çi bibêjî?

Me îsal platformeke nû ava kir. Ev platform bi navê www.globalkurdishfilmfestival.com dê xizmetê bike. Her kes dikare li ser malperên civakî vê platformê bişopîne û hay ji rewşa festîvalê hebe. Ev platform dê li her kesî vekirîbe û mirov wê karibin bi awayekî hêsan navê xwe qeyd bikin û bê pere li filman temaşe bikin. Dîsa navnîşana malpera festîvalê jî heye, mirov dikarin ji wir jî festîvalê bişopînin. Navnîşana festîvala me jî wiha ye, https://www.lkff.co.uk Hêvî dikim festîvaleke bi dilê temaşevanan be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.