Filma etarê dengan
Film: Sewta Li Gel Ba
Derhêner: Shahram Alidi
Dagirker gundan gulebaran dikin û dişewitînin, zar û zêçan tevde qirr dikin û heta zarokên di qumatkê de jî dikujin. Sedam û leşkerên wî her roj gefên kuştinê li Kurdan dixwin. Li Kurdistanê dîsa ji ber şer û pêvçûnan her kes bi aliyekî ve diçe û têkiliya di navbera wan de qut dibe. Ji bo xeberekê bibihîzin, ne nameyek û ne jî telefonek heye. Ti kes tine ye ku vê têkiliyê ji nûve saz bike ji xeynî Mam Baldar. Mam Baldar, bi teyb û kasetên xwe dibe dengê Kurdistanê, ew hêviya wan kesan e ku ji hezkiriyên xwe dûr ketine; û ew gund bi gund digere û dengan tomar dike da ku bigihîjîne hezkiriyên wan. Mam Baldar wek qasidê dengên Kurdistanê kar dike û vê peywîrê bi şanazî pêk tîne. Ew vê yekê tenê ne ji bo pereyan dike. Ew weke derwêşekî ye û sewtên li gel bayî, dengan dibe û digihîne navnîşanan. Wî xwe şibandiye gerokekî yan jî etarekî ku dengan digerîne û bi wesayîta xwe ya balkêş tim li ser riyan e. Rojekê li serê çiyayekî pêşmergeyek jê dixwaze ku ew dengê zarokê wî yê ku wê nû çêbibe, tomar bike û di radyoyê de biweşîne. Mam Baldar dilê wî nahêle û dikeve dû vî dengî.
Bi Mam Baldar re em jî dikevin ser riyekê û gelek dengan dibihîzin, riyeke ku me ber bi dengên êşên Kurdistaniyan ve dibe. Awirên Mam Baldar yên li mirov, çiya, newal, gund û zinarên Kurdistanê, vediguhere çîrokên xembar û her wiha kesên ku dengên xwe di radyoya wî de qeyd dikin, xwediyê wan çîrokên xembar in ku dixwazin dengên xwe bigihînin hezkiriyên xwe. Tenê ev rê heye li ber wan, teyba Mam Baldar tekane hêviya wan e. Mam Baldar deng û sewta wan bi bayê re digihîne ciyê ku ew dixwazin.
Carinan radyoyekê yan jî freqanseke qedexe dibe tirsa dagirkeran û ew dixwazin dengê hemû radyoyan qut bikin. Leşkerên Sedam ji ber dengê “Radyoya Pêşmerge” ya ku bi freqansên qedexe weşanê dike, diqeherin û ji hêrsan hemû radyoyên Kurdan kom dikin û tevî berpirsyarê radyoyê bi darekê ve girê didin da ku careke din kes li radyoya Kurdî guhdarî neke û xwe kerr bikin. Lê ew her çiqas dixwazin dengan qut bikin û radyoyan hemûyan ji holê rakin jî di dawiya film de qêrîna zarokekî olan dide li deşt û geliyên Kurdistanê. Ji radyoyeke qedexe dengê zarokekî nû çêbûyî dibe wateya vejînê, dibe wateya siberoja Kurdistanê.
Awirê dawî yê Mam Baldar ê li serê zinarekî ku li asoyên dûr dinihêre û dengê ku ji teyba wî tê vê peyamê radigihîne, hûn ê tim bikujin lê em ê jî derzekê yan jî keviyekê bibînin û li wir sewta xwe li gel bayê bilind bikin û li seranserî Kurdistanê bigerînin.
AMADEKAR: ARDÎN DÎREN