Filman bişînin Festîvala Londonê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Tebax 2024 - 00:25

Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê ku yek ji festîvalên herî girîng a dîasporayê ye, ewê îsal di navbera 8 û 30’yê Mijdarê de were lidarxistin. Festîvala cara 13’an tê lidarxistin.

Festîvalê ji bo miracaetên filman da zanîn ku ew karin heta 18’ê meha Tebaxê filman bigirin. Kesên bixwazin filman bişînin ji bo festîvalê divê bi rêya malpera FilmFreeway filman bigihînin festîvalê.

Di Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê de her sal filmên metrajedirêj, belgefilm, anîmasyon û kurtefilm tên nîşandan.

Festîvalê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê îsal jî hewl bidin weke her sal li dîasporayê filmên bi hêz û bi qelîte yên bi Kurdî nîşan bidin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.