Filma Cîran û zaroktiya li ser xetê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 11 Îlon 2022 - 22:01

  • Karekterê herî xurt mamosteyê Beesî bû; hişk ji temamê gund qut û dixwest zarokan bike Ereb, erda wan bi xurmeyan bike Ereb û xelkê wê bike dijminê Cihûyan û Îsraîlê. Bapîrê Şêro gava heyfa xwe bi wî mamosteyî tîne bi gotinên, "Mamoste, mirov Îsraîlê ji jiyana te weke dijmin derêxe, wê jiyana te bişibe çi?" wê karektera xurt terîf dike.

LUQMAN GULDIVÊ

Ez ne şaş bim, sala 1987´an bû û ez diçûm sinifa 3´yan a dibistana destpêkê li Nisêbînê, li mektebeke li ser xetê. Ji sinifan û gava mirov bi dîwarê dibistanê ve hildikişiya, li aliyê başûr û rojhilat Qamişloyê xuya dikir. Di navbera mektebê û Qamişloyê de zevî hebûn. Li ser xeta sînor jî ji bilî mayîn û têlan, ew bircên metal ên nobetdariya leşkerên dewleta dagirker hebûn. 

Hingê dewleta Tirk a ku dixwest me bike Tirk, lê ji bo vê jî têra xwe mekteb çênekiribûn, nofekî me (yanî beşekî me) danê sibehê, nofekî din piştî nîvrojê asîmîle dikir. Wê dewleta dagirker dibistan êvaran jî ji bo ku kal û pîrên me asîmîle bike, bi kar tanîn. Ez van hewlên wê ji bîr nakim, lewma timî tîne bîra min, ka divê mirov li dijî wê çiqasî hewl bide ji bo ku xwe biparêze.

Axir ez ji wî beşê piştî nîvrojê bûm. Rojeke wê salê - bi rastî qenc nayê bîra min kengî bû - leşkerên li ser birca nobetdariyê ya hesinî ya nêzî mektebê gule teqandin. Ez jî li hewşa mektebê bûm. Weke gelekan ez jî di cih de bi dîwarê hewşê ve hilkişiyam. Zilamek ji qederê 200 - 300 metroyî ve di nav erdan de dibezî û qarewara wî bû.

Leşkeran jî pêşî gule ji bo hişyarkirinê berdabûne. Gava me berê xwe dayê du guleyên din teqiyan. Zilamê li hember, pêşî weke ku bilikume lê hat, paşê şewişî û di dawiyê de kete erdê. 

Çîrokên binxet û serxetê

Dîtira rojê em hîn bûn ku hatiye kuştin. Ew zilam dînek bû, dînekî Qamişloyê. Ne carek û ne didu bû ku dihat nêzî xetê. Di zarokatiya min de sal nebû ku jinên nêzîkî têlan giya didirûtin neyên kuştin, berxvanên zarok pê li mayînan nekin, zarok bi mayînan nelîzin û neyên kuştin. Ez hîna ne diçûm dibistanê, yan 5 yan jî 6 salî bûm, hindik mabû leşkerên li ser sînor dayika min bikujin. Em di xaniyekî de di kirê de bûn, li qatê yekê. Xwediyê xanî balkona berê wê li rojhilat tam li hember sînor û sîloyên Qamişloyê, serûser cam kiribû. Dengê teqeyekê hat, dayika min li ber çavên min kete erdê û kunek di camê de vebûbû. Tam li dehma serê dayika min kun vebûbû.

Fîşek li dayika min neketibû, lê ji tirsa wê, dayika min ji hiş ketibû.

Belkî ji qehrê wê bû, belkî jî rengekî tolhildanê: 12-13 salî min jî weke gelek zarokan dest bi birrîna têlên sînor kir. Me ew bi benîşt û bi şekirkan difirotin û leşkerên dagirker jî di berf û baranê de di kela germa havînê de ew têl nû dikirin. Ew sînor belayek bû, niha bûye belayeke dîwarkirî û xirabtir.

Min hîna nû li filma Cîran temaşe kir û her tişta vê filmê, zaroktiya min anî bîra min. Ji ber wê, weke ku çîrok neya Mano Xelîl be, lê yeke li taxa me be. Çîrokên binxetê û serxetê çiqasî dişibin hev!

Ji bilî çend qisûran senaryo xurt e

Senaryoyeke birêkûpêk hema hema tekûz e, herçî behsa cîrantiya malbata wî zarokê xweşkok Şêro û malbata Cihû dike. Evîna Azad (Apê Şêro) û Hannah a cîran jî xweşik hatiye hûnandin. Lê karekterê herî xurt, ne Azad, ne dayika Şêro Rewşan, ne jî bav û bapîrê Şêro… Na. Karekterê herî xurt mamosteyê Beesî bû: hişk ji temamê gund qut û dixwest zarokan bike Ereb, erda wan bi xurmeyan bike Ereb û xelkê wê bike dijminê Cihûyan û Îsraîlê.

Bapîrê Şêro gava heyfa xwe bi wî mamosteyî tîne bi gotinên, "Mamoste, mirov Îsraîlê ji jiyana te weke dijmin derêxe, wê jiyana te bişibe çi?" wê karektera xurt terîf dike.

Xurmeya wî, wê xwe li ber serma Rojava negirta. Wî jî xwe li ber dijwariyên van keviyên rejîma Beesê negirt. Yê mayî, Erebekî din bû. Beesê bi darê zorê biribû Cizîrê: Bi wî yên weke wî Kembera Ereb çêkiribû. Ew jî cîranekî din ê mala Hemo bû. Aliyekî din ê mexdûrên Beesê. Lê bi wî karakterî em aliyekî diyarker ê dîroka Rojava hîn dibin.

Jinapa Şêro, Sewda jî rola xwe baş dike, lê tiştek heye ez ê di dilê xwe de nehêlim. Herçî Kurmanciya Sewdayê ye, têra xwe bi mesele ye. Ew çend gotinên ku dike, dikarî bi alîkariya xelkê xweşiktir hîn bibe.

Di çîrokê de zelûliya rêya ku Azad berê xwe didiyê zelûliyeke ne lazim bû: "Ez ê biçim Çiyayê Şengalê, nav Êzîdiyên me. Ji wir jî biçim çiya". Li vir gotina "Êzîdiyên me" jî ne gotineke bêguneh e. Lê ez bi wê danakevim. 

Pirsgirêka esasî destpêk û dawî ne

Bi giştî çîroka filmê, ji bo yên weke min, ne çîrok lê serpêhatî bû. Nexasim kirinên zarokan. Em jî bi mayînan lîstin, em jî li dibistanan bi darê zorê hînî zimanekî din kirin, wan mamosteyan li me jî xist ji ber ku me bi zimanê dewletê nedizanî.

Lê destpêka filmê, yanî tişta dike ku çîrok bê gotin û dawiya filmê ya ku dawiyê li çîrokê tîne, hiseke welê bi min re çêkirin, weke ku li filmê nehatibin. Weke ku pînekirî bin. Yanî helbet derhêner bi qasî ku Kurdekî Rojava ye, ewqasî jî ji Swîsrê ye. Lê mirov dikare van aliyên filmê ku heyatî ne, nepînekirî jî çêke. Muhtemel e ku rola fonên ji bo çêkirina filmê jî kiribe ku derhêner vê destpêkê û vê dawiyê deyne. Lê girêdana bi Swîsreyê re hatiye danîn, bi ya min ne serketî ye. Nexasim jî ew hatina ecêb a nav penaberan, ewa ku Ewrûpiyên [ji me çêtir] tîne hemberî me [belengazên Kurd] hîç çênebûye. Heger Şêro û Hannah hev ewqasî jidil hembêz dikin, ma ne diviyabû ev dawî ne holê be, ew destpêk ne holê be!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.