Filma berxwedanê: Sîseban 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Sibat 2021 - 00:46

SUNA ALAN
LONDON

Di êrişa DAIŞ´ê ya li dijî mîtînga HDP´ê ya destpêka Hezîrana 2015´an li Amedê de her du lingên Lîsa Çalanê jê bûn. Wê bi xwe kurtefilma ku li ser wê bi xwe ye ya bi navê "Sîseban" çêkir. Lîsa Çalan hem senarîst û hem jî derhênera filmê ye. Saziya bi navê Kultur Îçîn Alan çêkera filmê ye. Lîsa Çalan ji bo filmê dibêje, "Ev ne tenê çîroka min e, çîrokeke ku ji bo tevahiya mirovên bi dezavantaj min kiriye film." 

Fikra filmê pê re çawa çêbûye, ew wiha rave dike: "Mirovên bi dezavantaj di projeyên çandî de mixabin pirr li paş in. Yên heyî jî bi pirranî projeyên ji bo avakirina hayjêhebûneke civakî ye. Wekî din di ti astê de ne çalak in. Fikir wisa peyda bû. Li ser wê yekê ku mirov nikarin empatiyê bikin, nikarin li çavên min binihêrin, min xwest filmekê çêkim. Teknîkî jî, jixwe kamera li jor e. Aliyê temaşeker, kesên temaşe dikin nikarin li çavên min binihêrin. Lewma mirovan nekarî vê empatiyê bikin. Ev rewşa mirovan a yanî nekirina empartiyên bi mirovên bi dezavantaj re, reşwa nefikirîna li wan, tenê hiştina wan, diviyabû min weke sînema nîşan bidana. Ev ne çîroka min tenê ye, çîrokeke ku ji bo mirovên bi dezavantaj hemûyan bûye film. Min di filmê de her tişt şêlû kir."

Navê Sîsebanê jî wê ji Newala Sîsebanê yan jî Tofana Sîsebanê girtiye. Li vir xelkê li Kurdistanê li dijî êrişên Misilmankirinê li ber xwe daye, êrişa pêşî şikandine, lê ya diduyan bûye tofan, bûye qiyameta wan. Weke mane jî cihê ku timî sî li ser e, îfade dike. Ew êrişên DAIŞ´ê jî weke van êrişan û rewşa qiyametê bi heman rengî dinirxîne û vî navî li kurtefilma xwe dike. 

Bi heman teknîkê ew dixwaze filmeke din jî bikişîne, lê mijar vê carê wê bibe êrişên cinsî, şideta û kuştina jinan. Ji bo vê jî divê ew pêşî fonekê ji bo produksiyon û postproduksiyonê peyda bike.

Kesên dixwazin dikarin li Sîsebana Lîsa Çalanê di ser youtubeyê re temaşe bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=WhFal_F7wQY&feature=youtu.be

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.