Li Efrînê guhertina demografîk didome. 325 malbatên filistînî lê tên bi cihkirin. Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di lêkolîneke xwe de bal kişand ser guhertina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komên Îxwan El-Muslimîn li Efrînê pêk tîne. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li herêma Efrîna dagirkirî didomînin. Li ser van sûcan, bi taybet guhertina demografîk û avakirina avakirina mêtîngeriyê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di 9'ê Hezîranê de raporeke weşand. 

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve di sala 2018’an de, Tirkiye guhertinê di demografîka wê de pêk tîne. Piştî pêvajoyên koçberkirina bi darê zorê ya ku ji sedî 75 ji niştecihên resen rastî wê hatin, Tirkiyeyê dest bi damezirandina projeyên mêtingeriyê kir da ku Ereb û Tirkmenan ji deverên cur bi cur ên herêmên Sûriyeyê bi cih bike. Armanc ji vê yekê jî ew e ku nasnameya kurdî li herêmê tune bike û hebûna Kurdan li wir nehêle. Ev yek bi rêya hevrêziya di navbera wê û dewletên ku alîkariya wê de pêk tê, her wekî Kuwêt û Qeterê. Ev aliyên ku alîkariya Tirkiyeyê dikin, bi navê alîkarî û mirovahiyê piştgiriyê didin komeleyên mêtingeriyê yên nerewa li Efrînê da ku wan projeyên dagirkeriyê pêk bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN