Fikrên Ocalan Mîlanoyê bûn

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 17 Nîsan 2023 - 02:15

Pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêber Abdullah Ocalan li Mîlanoyê hate nasandin.

Bergê sêyemîn ê pirtûka 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Rêber Abdullah Ocalan 'Sosyolojiya Azadiyê' bi wergera Îtalî “Sociologia della Liberta” hate nasandin. Edîtorê Punto Rosso û wergêrê pirtûkê Roberto Mapellî di danasînê de axivîn. Her wiha Nûnerên Komîteya Kurd a Îtalyayê û Rete Jin (Tevna Piştevaniyê ya Jinên Kurd) jî axivîn.

Akademîsyen û nivîskar John Holloway jî online ji Meksîkayê tevlî civînê bû.

Qisekeran got, fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest hêviya rizgariyê ne û ji bo sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê bidawîkirin, divê têkoşîn bê mezinkirin.

Di civînê de stranbêjên Kurd û Îtalyayî jî hunerê xwe pêşkêş kirin.

ANF/MÎLANO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.