Projeksiyona wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li Kasselê li ser gelek dîwaran hat kirin.
Ciwanên Kurd û înternasyonalîst li bajarê Elmanyayê Kasselê li dijî tecrîdê çalakiyek kir.
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û înternasyonalîst bi cîhaza projeksiyonê çalakî kir. Wan li meydana navendî ya bajêr û dîwarên li deverên bajêr wêneyên Ocalan nîşan dan. Ciwanan peyama "ti qirkirina siyasî nikare îradeya me û fikra me tecrîd bike" da.
KASSEL