Fikir nayên hepskirin!

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 03:30

  • Weşanxaneya Punto Rosso pirtûkên Rêber Abudllah Ocalan digihîne xwendevanên Îtalî. Edîtorê weşanxaneyê, Roberto Mapellî got, “Ocalan hin pirsgirêkên teorîk ên ku nihêrînên Rojavayî xitimandine, dinirxîne û ew bi perspektîfên xwe çaraseriyên nû ku xelkê qaneh dikin, dibîne.” 

REWŞAN DENÎZ

 

Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in di hepsê de hatiye tecrîdkirin. Ew her çend hatibe tecrîdkirin jî nihêrîn û perspektîfên wî, xwe gihandine xelkê û xelk jî xwedî li van perspektîfên wî derketiye. Ocalan di nava 25 salan de, di hepsê de gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûkên wî li zimanê Ingilîzî, Elmanî, Îtalî, Fransî, Spanî, Portugalî û Flamanî hatin wergerandin. Yek ji welatên ku xelkê paradîgma û perspektîfên Ocalan lê hebandiye jî Îtalya ye. Piştî komloya navneteweyî, rêya Ocalan bi Îtalyayê jî ketibû û ji wan salan heta roja îro, xelkê Îtalyayî bala xwe biriye ser fikrên Ocalan. Helbet rola Weşanxenaya Punto Rosso di vê elaqeya ji bo Ocalan de gelek e. Xelkê bi saya weşanxaneyê gelek pirtûkên Ocalan xwendin û pirtûkên ku weşanxaneyê çap kirin, bi dest xistin.

Weşanxane sala 1991’ê di bin banê “Komeleya Çand û Huner a Punto Rosso” hatiye avakirin û bêhtir pirtûkên polîtîk û çandî çap dike. Ev weşanxane salê herî kêm 15 pirtûkan çap dike. Di nav van pirtûkan de gelek pirtûkên ku behsa dîrok û têkoşîna Kurdan dikin jî hene. Ji xeynî van pirtûkan weşanxaneya Punto Rosso heta niha 7 pirtûkên Ocalan jî wergerandine zimanê Îtalî û xwendevan teşwîqî xwendina paradîgmayên Ocalan kirine. Di nava van pirtûkên Ocalan de pirtûkên bi navê “Ji Dewleta Rahiban a Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk ve”, “Parastina Gelekî”, “Nexşerê”, “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk”, “Şaristaniya Kapîtalîst” û “Sosyolojiya Azadiyê” jî hene.

 

Heta niha 7 pirtûk çap kirine  

Edîtorê weşanxaneya Punto Rosso, Roberto Mapelli derheqê xebatên xwe û elaqeya xwe ya ji bo pirtûkên Ocalan de axivî û got, “Bi girtina Leyla Zana re parlamenterê Parlamena Ewrûpa Luigi Vinci û hevjîna wî Silvana Barbieri çalakiyên piştgiriyê organîze kirin. Jixwe, ew di heman demê de avakar û şirîkên weşanxaneya Punto Rosso bûn. Me bi hev re li Îtalyayê çalakî bi rêxistin kirin. Her wiha me zabitnameyên doza parlamenterên Kurd ên ku wê demê hatibûn girtin hemû bi dest xistin û me hemû jî çap kirin. Wekî din jî pirtûkên ku behsa vê meseleyê dikirin, me çap kirin. Piştî van xebatên me, Tevgera Azadiyê [ya Kurdistanê] ji me xwest ku em pirtûkên Ocalan jî wergerînin Îtalî. Me ev daxwaza wan bi kêfxweşî, bawerî û biryareke cidî qebûl kir. Heta niha me 7 pirtûkên wî çap kirine. Tevî pirtûkên Ocalan, hin pirtûkên ku behsa dîrok û siyaseta Kurdan dikin jî hatine çapkirin.”

 

‘Nivîsên ji hepsê’ û bibîranîna Gramscî

Roberto Mapelli da zanîn ku beriya pirtûkên Ocalan werin çapkirin, xelkê zêde bala xwe nedibir ser têkoşîna Kurdan. Lê piştî ku Ocalan diçe Îtalya û ji bo wî kampanyayên hevkariyê tên lidarxistin, xelk ji nêz ve têkoşîna Kurdan nas dike û bi vî awayî elaqeya wan ji bo nivîsên teorîk ên Ocalan zêdetir dibe. Robertî Mapelli got; “Ocalan hin pirsgirêkên teorîk ên ku nihêrînên Rojavayî xitimandine, dinirxîne û ew bi perspektîfên xwe çaraseriyên nû ku xelkê qaneh dikin, dibîne.” 
Di dema şoreşa Rojavayê de ya ku di dema wê de Kurdan li hember DAIŞ´ê şerekî bêhempa bi rê ve bir, ev elaqeya ji bo nivîsên Ocalan zêdetir bûye. Ji bo Antonio Gramsci bi bîr bînin, pirtûkê Ocalan bi sernavê “Nivîsên ji hepsê” tên çapkirin. Gramscî ji ber ku li hemberî faşîzma Mussolini rabû, heta bimire di hepsê de mabû. 

 

Ji "Parastina gelekî" 3 hezar nusxe hatin firotin

Roberto Mapellî bi bîr xist ku wan herî zêde pirtûka bi navê “Oltre lo Stato, il potere e la violenza” (Parasatina Gelekî) çap kiriye û belav kiriye: “Gava ev pirtûk sala 2016’an derket, berxwedana li hember DAIŞ´ê jî di dema herî dijwar de bû. Ev berhema Ocalan pirr hate firotin. Me 3 hezar firotin û ev yek li Îtalyayê serketineke mezin e. Pirtûkekek ji 500 rûpelî zêdetir ewqasî firot. Her wiha ji ber nihêrînen Ocalan ên di warê konfederalîzma demokratîk de jî vê pirtûkê bala xelkê bire ser xwe û hîna jî xelk vê pirtûkê dixwîne û dixwaze. Heger em pirtûkên Ocalan ên hatine çapkirin binirxînin, heta niha me 8 hezar pirtûk çap kirine. Hin ji van pirtûkan çend caran dubare hatin çapkirin. Herî dawî di Adara sala 2023’an de ‘Sosyolojiya Azadiyê’ weke 2 hezar hebî hate çapkirin û em ê di demeke nêz de bi çapeke nû derkevin hemberî xwendevanan.”

 

Tecrîd sansur e!

Roberto Mapellî tecrîdkirina Ocalan jî rexne kir û got, ev tecrîd di heman demê de sansureke dijwar e: “Sedema tecrîdê tenê ji ber ku ew pêşengê xelkê Kurd e û di hepsê de li ber xwe dide, nîne. Sedem ne tenêfaşîzma li Tirkiyeyê ye jî. Lê mirov dikare bibêje, sedema tecrîdkirina Ocalan, fikrên wî bi xwe ne. Demokrasiyên ku nikarin rastiyê bînin ziman û tirsonek in, hemû jî fikrên Ocalan tehlûke dibînin.”

 

Kampanya her dewam dikin

Tevî ku di ser komploya navneteweyî re 25 sal bihurîne jî kampanyayên ji bo Ocalan bi dawî nebûne. Roberto Mapelli dibêje, hin caran tevlîbûnên kampanyayên ji bo Ocalan kêm bibin, lê ti carî bi dawî nebûne: “Hin rêxistinên ku serê pêşî tevlîhev in, bi naskirina têkoşîna gele Kurd re ji nû ve xwe komî ser hev dikin û fêm dikin ku rabuhiriyeke hevpar ya bi xelkê Kurd re heye. Ew ji têkoşîna gele Kurd gelek tiştan fêr dibin û tiştên nû kifş dikin. Me bi derfetên piçûk, di 10’ê Cotmehê de di li Mîlanoyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Piştî hewldanên mezin me karîbû Konfedarasyona Giştî ya Kar (CGIL) ku yek ji sendîkayên herî mezin e li Îtalyayê, tevlî civînê bikin. Heger baweriya we hebe û hûn bi rik li ser ya xwe bin, demokrasî bi awayekî bi ser dikeve.”

 

Tevlî ‘Rojên Pirtûkên Ocalan’ bibin

Roberto Mapelli her dawî weşanger, nivîskar, pirtûkfiroş, şagirt, karker û her kesê ku li ber xwe dide, vexwend da ku beşdarî “Rojên pirtûkên Ocalan” ên di 10’e Kanûna 2023’yan de bibin: “Em bi dirûşmeya ‘Nihêrînên li pişt deriyên hesinî; raman nayên hepskirin!’ tecrîda li hepsa Îmaraliyê protesto dikin. Em dixwazin nihêrînên Ocalan serbest bimînin û li nav xelkê belav bibin. Ji lewma jî her kesî vedixwînim vê çalakiyê.”

Ji bo pirtûkên Ocalan ên bi Îtalî hatine çapkirin, hûn dikarin berê xwe bidin pirtûkxaneya Ocalan. Lînk û şifreyên bi çarçik [QR code] li jêr in:

http://www.puntorosso.it/libri-di-ocalan.html

http://www.puntorosso.it/edizioni.html

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.