Di rojnameyên Erebî de serdana Bexdayê ya wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan cihekî berfereh girt. wan ev serdan nexasim jî bi dagirkeriya dewleta Tirk re di heman demê de kir rojev.

Rojnameyên Erebî yên doh behsa rewşa li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê, serdana Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê kirin.
Rojnameya Şerq El Ewset di nûçeya xwe ya doh de behsa pîlanên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî kir û wiha nivîsand: 

 

Waliyê dagirkeriyê

“Dewleta Tirk plan dike ku rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, bike yek. Wê yekê bi rêya erkdarkirina hakimekî ku desthilata wan herêman li şûna 7 waliyên ji bo koordînekirina hatine erkdarkirin, pêk bîne. Armanc jî pirsgirêkên rêvebirina wan herêman dernekevin.
Çavkaniyan aşkera kir ku pîlan niha li ser danîna pergala nû ya hevkariya di navbera Enqere û qaşo meclisên xwecih ên li 13 herêmên cuda de tê kirin; di serî de Ezaz, Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.”

 

Serdana Hakan Fîdan

Rojnameya El Ereb, behsa têkiliyên Iraq-Tirkiyeyê kir û wiha di nûçeya xwe de nivîsand: “Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji Bexdayê re xwedî nîşaneyên balkêş e, nexasim ew serdan hemwextî serdana wezîrê petrolê yê Iraqê ji Enqereyê re pêk hat. Di wê serdanê de wezîrê Tirk ji hempîşeyê xwe yê Iraqê re axaftina neewlebûnê têkildarî ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Aliyên siyasî yên Iraqê da zanîn ku mijar bi aliyê Tirkiyeyê re der barê jinûve hinardekirina petrolê bi rêya Bender Ceyhanê bi rêk û pêk nameşe. Enqere hewl dide vê dosyayê wek şantajê li dijî Bexdayê têkildarî dosyayên din ên aliyên siyasî û ewlehiyê bi kar bîne.”

Ev aliyên din jî zextên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hevkariya şer di şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN