7. Festîvala Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdariya komên Sûriyeyî û Kurdistanî dest pê kir.
Ji sala 1961'an ve, her roja 27'ê Adarê ya salê Roja Şanoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Di serî de hevserokê Komîna Şanoyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kawa Fetah Roja Şanoyê ya Cîhanê li tevahî şanogeran pîroz kir.
Hevseroka Komîna Şanoyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûmet Beko jî kêfxweşiya xwe bi Roja Şanoyê ya Cîhanê anî ziman û got: "Em îro hatine vir ku her du şehîdên xwe Yekta Herekol û Bavê Teyar bi bîr bînin." Rûmet Beko soza domandina rêya şehîdan û pêşkêşkirina hunera wan li ser sehneyê dubare kir.
Bavê Teyar bi bîr anîn
Hevjîna şehîd Bavê Teyar û şanogerê Kurdistanî, Gulistan Yûsif jî soza şopandina rêya Bavê Teyar û hemû şehîdan dubare kir. Şanoger Omer Hesen (Teyaro) got: "Em ê rastiya ku şehîd Yekta Herekol li Helebê û şehîd Bavê Teyar li bendava Tişrînên nivîsandiye, bidomînin." Di festîvalê de sînevîzyonek li ser jiyana şanoger şehîd Cuma Xelîl (Bavê Teyar) hat pêşkêşkirin. Bavê Teyar di 18'ê Çileyê de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî berxwedêrên Bendava Tirşînê de şehîd bû.
Hevseroka Komîna Şanoyê ya kantona Cizîrê Lorîn Derwîş peyama Roja Şanoyê ya Cîhanê xwend. Piştre koma şehîd Cûdî stran pêşkêş kirin û koma şehîd Welat govendên folklorî pêşkêş kirin. Festîval duh dest pê kir û wê di 5'ê Nîsanê de heta 12'ê Nîsanê çalakiyên xwe yên hunerî pêşkêş bike. Di festîvalê de 12 kom, ji wan 5 ên Qamişlo, komek a Siwêda û komên ji Rojhilatê Kurdistanê, Kerkûk û Silêmaniyê beşdar in. Di dawiya festîvalê de jî wê Komîteya Nirxandinê navên komên serkeftî ragihîne.
ANHA/QAMIŞLO