Festîvala wêjeyê Feqîr Ehmed bibîranî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:35

Bi dirûşma Ji bo peyva ku hîn nehatiye gotin, em li vir in Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê ya 2’an dest pê kir. Di festîvalê de Feqîr Ehmed jî wê were bibîranîn.

Çalakiyên Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê ya 2’an ji hêla Weşanxaneya Ava li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi sponsoriya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatin lidarxistin. Destpêkê hevserokê herêma Cizîrê Ziyad Elî axivî û got, ev festîval ji bo tevahiya kesên ji bo çandê têdikoşin, peyam e. Ew dibêje, xelkê herêmê tevî şerê hovane yê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî herêmê jê, dikare rabe ser pêyan.

Ziyad Elî bang li rewşenbîrên herêmê kir da ku li dijî şerê çandê gotin û pênûsên xwe bikin yek. Paşê, hunermend Silava Bozo stran ji gotinên helbestvanê nemir Feqîr Ehmed gotin. Her wiha piştre bi sernavê Pencereyan li çandên din vekin semînerek li ser rola wêje û rexneyê di avakirina civakan de hate dayîn.

Çalakiyên festîvalê 3 rojan dewam dikin û ew ê îro (14ê Mijdarê) bi dawî bibin. Di festîvalê de panel û semîner tên dayîn, şevbihêrkên helbestê, pêşbirkên wêjeyî tên lidarxistin.

Her sal şairekê/î bi bîr tîne

Rêveberiya festîvalê her sal helbestvaneke/î Kurd hildibêjre da ku festîval bi navê wî/wê be. Îsal jî bi navê helbestvan Feqîr Ehmed bû ku di 1942yan de li gundê Mezênter ê Pirsûsê li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Di 1990î de yekemîn dîwana wî ya helbestê derket. Di 1994 û 1998an de 2 dîwanên din Reş-2 û Reş-3 hatin weşandin. Her wiha gelek çîrokên wî jî hene; Împaretoriya Med, Azepê Kose, Siloyê Zindê, Berkelê Egîd, Rûvî û Şêr û Derwêşê Evdî.

Di festîvalê de ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê gelek caran hate derengxistin, 8 weşanxane û nivîsgehên weşanxaneyan beşdar in; Weşanxaneya Neqş, Ava, Ramîna, nivîsgeha Bendarok, Şilêr, Zeman, nivîsgeha Manîsa û nivîsgeha Rona.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.