Festîvala Dusseldorfê bi xelatan bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:51

Festîvala Filmên Kurd a Dusseldorfê ya yekem ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate lidarxistin bi merasîma xelatdayinê bi dawî bû.

Di roja dawî ya festîvalê de filmê 'Cîran' ê Mano Khelîl hêjayî Xelata Film a Yilmaz Guney, dokûmantera 'Eren' a Marîa Bînler jî hêjayî Xelata Mafên Mirovan hate dîtin. Filmê 'Gava Şitil Mezin Dibin' ê Rêger Azad Kaya jî hêjayî Xelata Sînema ya Berxwedêr a Xelîl Dag hate dîtin.

Dokûmantera 'Hêza' ya bi derhêneriya Derya Denîz 'Xelata Jîna Emînî' wergirt.

Di beşa filmên kurt de jî çar xelat li festîvalê hatin dayin.

Film û derhênerên ku xelat wergirtin bi vî rengî ne:

Di beşa Bakur de Bêrîvan Sarûhan bi fîlmê xwe yê bi navê 'Stêrka li ser xetê' xelat wergirt.

Di beşa Rojava de Gulê Welat bi fîlmê 'Xewn', di beşa Başûr de Azhîn Kawa bi fîlmê 'Paths' û di beşa Rojhilat de jî Seyed Payam Hosseînî bi fîlmê 'Rûssîan Vodka' xelat wergirtin.

‘Berbû’ filmê dawî yê festîvalê bû

Beriya merasîma xelatdayinê filmê 'Berbû' weke filmê herî dawî di festîvalê de hate nîşandan. Sînemahezan bi baldarî li film temaşe kirin. Derhênera film Sevînaz Evdikê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî festîvalê bû.

Piştî nîşandana film Evdikê ji bo dikê hate vexwendin. Gelek temaşevan û hunermendên şanoyê axivîn, Evdikê pîroz kirin û di şexsê filmê Berbû de pesnê karên çand û hunerê yên li Rojava dan.

Sevînaz Evdikê jî ji ber şiroveyan spas kir û got, "Têkoşîneke mezin tê meşandin. Berdêlên giran têne dayin. Hêviya me ew e ku em xwe bigihînin wan rojan ku dayik rondikan nebarînin. Ez spasiya hemû hevalan dikim ên ku şirove kirine. Lê belê em di nava şert û mercên zehmet de jî her tim bi rexnekirinê nêzîk dibin û ji bo hîn bêhtir hunerî bin tiştên ji destê me tên hewl didin bikin."

ANF/DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.