Festîvala Çilmêra dest pê kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Cotmeh 2022 - 07:36

Bi hilhatina rojê re doh li ser çiyayê Çilmêra yê Şengalê Festîvala Çand û Huner a Şengalê ya 1'emîn bi dûayan des pê kir. Êzîdiyan bi hilhatina rojê re, bi duaya sibehê peyama xwe ya aştiyê da. Wan ji tevahiya gelan û ji civaka Êzîdî re dua kirin: “Ya siwarê rojhilatê û rojavayê, tu bidî xatirê dot û dayê, me xilas bikî ji qedayê, belayê û ji xelayê.”

Festîvalê bi dirûşmeya “Li hemberî fermanan çanda xwe biparêze” dest pê kir. Festîvalê bi ayîna duakirinê ya dema hilhatina rojê ya li ser Çiyayê Çilmêra li ber dengê def û şebaban, destpê kir. Ciwan, oldar û dengêbêjên Şengalê, serê sibehê li ber Quba Çilmêra kom bûn û dest bi dûayên xwe kirin.

Piştî dûaya sibehê, dengbêjên Şengalê kom bûn û dest bi gotina beytan kirin.

Piştre, wan berê xwe da navenda Çand û Huner a Şengalê ya li Serdeştê û li vir ji bo mêhvanan xwarina sibehê hate amadekirin û ev xwarin bi hev re hat xwarin.

Danê êvarê jî li Xanesorê Belgefîlama Hêza hat nîşandan.

Festîval wê roja duyemîn (îro) û sêyemîn (sibe) bi bernameyên dewlemend li Geliyê Kersê dewam bike.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.