Êzîdiyên li Ewrûpayê xwe ji bo duyemîn Festîvala Çanda Êzîdxanê amade dikin. Bi vê armancê pêr li bajarê Elmanyayê Celleyê civîna komîteya amadekar a festîvalê hate lidarxistin.
Nûnerên sazî, mal û komeleyên civaka Êzîdî tevlî civînê bûn û plansaziyek ji bo festîvalê hate amadekirin. Komîteya Amadekar ragihand ku festîval wê di 21'ê Tebaxa 2021'ê de li bajarê Elmanyayê Bielefeldê pêk were û amadekariyên wê ber bi dawiyê ve çûne.
Koma Rêdûr, Îdrîs Bagok, Silêman Rengîn, Jiyan Qamişlo, Egîd Şingalî, Berkat Taqî, Kemal Efrînî, Elind, Koma Zewkî û hunermendên surprîz wê derkevin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş bikin.
Her wiha wê komên govendê û şano jî cihê xwe di festîvalê de bigirin. Festîval wê di 21'ê Tebaxa 2021'ê de li Festplatz am Gleisdreich - Am Sudring Duisburger str. 4 Bielefeldê pêk were. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li tevahiya civaka Êzîdî û gelê Kurd ê li Ewrûpayê kir.
ANF/BÎELEFELD