Fermî namzetê YNK’ê Salih e

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:36

  • Serokkomarê Niha yê Iraqê Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê careke din bû namzetê fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK). 

Serokkomarê Niha yê Iraqê Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê careke din bû namzetê fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK). Li aliyê din Dadgeha Federal a Iraqê karên desteya serokatiya Parlamena Iraqê da rawestandin. 

Ji Serokkomariya Iraqê çavkaniyekê ragihand ku serokkomarê niha yê Iraqê Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê careke din bûye namzetê fermî yê YNK´ê.

Ji bo namzetiya serokkomariyê jî doh roja dawî bû.

Dr. Berhem Salih piştî rûxîna rejîna Sedem Hisên di 2004 û 2005’an de bû Wezîrê Plandanînê yê hikûmeta Iraqê.

Ji sala 2006’an heta 2009’an cihgirê serokwezîrê wê demê yê Iraqê bû.

Dr. Berhem Salih di 2’yê Çileyê 2018’an de bi dengê 219 parlamenteran bû serokkomarê Iraqê.

Dr. Berhem Salih sala 1960’î li Silêmaniyê ji dayik bûye.

Tevlîhevî bi dawî nebûye

Li aliyê din pêvajoya hilbijartina serokkomarê piştî hilbijartina serokatiya parlamenê dest pê kiribû. Parlamenê di rûniştineke bi keftûleft de 9´ê Çile serokê parlamenê û cihgirên wî hilbijartibûn. Lê du parlamenter ji pêvajoya hilbijartina ihemed Helbûsî ne razî bûn û wan miracaetê dadgeha federal kir. 

Dadgeha Federal a Iraqê biryara rawestandina karên desteya nû ya serokatiya parlemena Iraqê da. Dadgehê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê biryar daye ku karên desteya nû ya serokatiya parlamena Iraqê demkî rawestîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev biryar li ser giliyê parlamenterên federal Mehmûd Meşhedanî û Basim Xişan biryar daye.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin her du parlamenteran gilî kiriye ji ber hilbijartina Serokê Parlamenê Mihemed Helbûsî û her du cihgirên wî.

Parêzerên her du parlamentaran gotiye, di civîna parlamenê de qanûn û destûr bin pê kirine.

Piştî ku serokatiya parlamena Iraqê hate hilbijartin, divê ji herêma Kurdistanê namzetek weke serokkomar bê hilbijartin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.