- Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamus bal kişand ser armanca peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê û got: "Bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku Êzîdiyan bi xwe ragihandiye ji holê rakin. A herî giring jî derxistina civaka Êzîdî ji Şengalê ye. Lewra amadekirina fermaneke nû dikin."
9'ê Cotmehê di navbera rêveberiya Hewlêrê û hikumeta Bexdayê de li ser Şengalê peymanek bê ku îradeya gelê Şengalê esas bigirin, hate îmzekirin. Tevahiya pêkhateyên Şengalê li dijî vê biryarê derketin û xwestin ku nêrîn û îradeya wan esas were girtin.
Têkildarî mijarê, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus bersiv da pirsên rojnamevan Cîhan Bîlgîn.
Ehmed Karamus anî ziman ku di peymanê de daxwazên civaka Êzîdi û îradeya wan li ber çava nehatiye girtin û maf û îradeya wan hatiye binpêkirin û got: "Peyman bi vî rengî nayê qebûlkirin û ti qîmeta wê li gel me nîne. Her çiqas dibêjin ku ev peyman di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta herêma kurdistanê de pêk hatiye, lê em baş dizanin ku ev peyman bi tevlêbûna dewleta Tirk û hin aktorên navdewletî pêk hatiye."
Karamus destnîşan kir ku bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku Êzîdiyan bi xwe ragihandiye ji holê rakin û got: "Di heman demê de, dixwazin peywendiya civaka Êzîdî bi beşên din ên Kurdistanê re, weke Rojavayê Kurdistanê qut bikin. Herêmê bi tevahî dixwazin bixin bin serweriya dewleta Tirk û PDKʼê. A herî giring jî rakirina civaka Êzîdî li ser axa wan a pîroz. Lewra amadekirina fermaneke nû dikin."
Ji statuya Şengalê ditirsin
Hevserokê KNK`ê bal kişand ser hebûna destê dewleta Tirk di peymanê de û got: “Dewleta Tirk bi rêya PDK'ê dest avêtiye vê peymanê. Berjewendiyên PDK û dewleta Tirk li ser vê herêmê diyar û eşkere ne. Her kes dizane ku peymaneke stratejîk di navbera PDK û dewleta Tirk de heye."
Ehmed Karamus bal kişand ser piştberdeya peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: "Di serdana serokê herêma Kurdistanê li Tirkiyê de, rojeveke sereke Şengal bû. Pirsgirêka Şengalê û fermana 73`an ku bi serê civaka Êzîdî de hatiye, bûye pirsgirêka navnetewî û gelek dewletan xwest ku pirsgirêka Şengalê çareser bikin. Berî demekê Serokê Fransayê Emmanuel Macron seredana Iraqê kiribû, xwestibû pirsgirêka Şengalê û civaka Êzîdî çareser bibe û bi raydarên Iraqê re ev mijar nîqaş kiribû. Ji bo çareserkirina pirsa Şengalê ne tenê Fransa, her wiha gelek welatên din jî daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê kiribûn. Hikumeta Iraq, PDK û Tirkiyê mijara Şengalê ku gelek dewlet dixwazin çareser bibe, ji bo xwe xeternak dibînin. Dizanin ku pirsgirêk ji dervî wan bê çareserkirin, wê statûya herêma Şengalê bê qebûlkirin. Lewra her sê aliyan ji bo ku pêşî li çareseriyê bigirin, bi lez peymaneke bi vî rengî di nav xwe de pêk anîn."
Metirsî li ser tevahî Kurdistanê ye
Karamus diyar kir ku peymaneke bi vî rengî ku yek bendeke wê ji bo çareseriyê tê de tune ye, xeteriyek û metirsiyên gelek mezin dê bi xwe re bîne û wiha pê de çû: “Ev ne peymaneke çareseriyê ye. Ev plan û komployeke ji bo têkbirina destkeftiyên li herêmê ye. Ev metirsî ne tenê li ser herêma Şengalê, lê belê metirsîli ser her destkeftî û berjewendiyên tevahiya Başûr û Rojavayê kurdistanê ye. Dewleta Tirk dixwaze gav bi gav xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û hedefên xwe yê pêkanîna xeyalên sînorên Misaqî Millî ya ku plan dike heta sala 2023 de pêk bîne."
NAVENDA NÛÇEYAN